21:56 24 Hezîran 2018
Leşkerên tirk li nav sînorên Herêma Kurdistanê - Çiyayên devera Bradostê

Tirkiye: Em ê li Herêma Kurdistanê bimînin

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli diyar kir ku operasyona ji bo Qendîlê salek berê hatiye plankirin û Îran li her derê bi zelalî eşkere dike ku piştgiriyê dide operasyonê. Herwiha Canikli destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê bimînin

Canikli ji Ajansa Anadoluyê re axivî û ragihand ku dixwazin li Qendîlê bicîh bibin û got: "Bi fermana Serokomar, me operasyon da destpêkirin û heta ku em terorê ji wir derbixin em ê bimînin. Ji bo vê dê baregah werin avakirin. Plansaziya vî jî beriya salekî dest pê kir."

Canikli destnîşan kir ku operasyona vê carê ji yên berê cudatir e, "Ji wir êrîşî welatê me dikin. Erdnîgariya wê derê jî bi çiya ye û ji terorîstan re dibe derfet."

Li ser piştgiriya Îranê jî Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê ragihand ku "Ji bo operasyona Qendîle û operasyonên din jî Îran bi germî nêzîk dibe. Me xwest em bi hevre vê operasyonê bikin. Hevdîtinên me berdewam dikin."

Herwiha Canikli destnîşan kir ku, "Heta li herêmê ewlehî saz neken wê li Herêma Kurdistanê bimînin."

Bi heman mijarî:

FT: Bilêvkirina operasyona Qendîlê, taktîka Erdogan a hilbijartinê ye
Berî hilbijartinan gefa Qendîlê: Em ê ripîrast bikin
Erdogan: Me dest bi operasyona Qendîlê kir
'Bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê artêşa tirk nikare êrîşê Qendîlê bike'
Etîketan:
operasyon, plan, Ajansa Anadoluyê, Nurettin Canikli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de