09:43 19 Hezîran 2018
Mitînga HDP - DBP - KCD - KJA li Amedê

Ji HDPê raporta astengkirinê: 57 êrîş, 208 binçavkirin

© Foto : DBP - HDP Navend
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor raporta HDPê di pêvajoya hilbijartinê de heta niha herî zêde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rastî êrîş û astengkirinan hatiye. Di meh û nîvekê de li dijî HDPê 57 êrîş pêk hatin, 208 endamên partiyê jî hatin desteserkirin.

Ji hilbijartina 24ê Pûşberê re bi tenê 12 roj ma ye, lê herku dem kin dibe, li dijî navend û standên HDPê jî êrîş û astengkirin zêdetir dibin.

Ji xeynî êrîş û astengkirinan li dijî endamên partiyê ku li qadê dixebitin binçavkirinan dest pê kir.

Komîsyona Hiqûqê ya HDPê ji dîroka biryarstendina hilbijartinê (18 Nîsan 2018) û heta îro astengkirinên li dijî xebatên partiyiyan wek raporetekê amade kir û bi raya giştî re parve kir. ji bilî kesên hatin binçavkirin, yên hatin girtî jî di raporta komîsyonê de cih girtin.

'ENDAMÊN AKP-MHP ÊRÎŞÎ PARTIYÊN DIN DIKIN'

Li gor rapora komîsyonê ji biryara stendina hilbijartinê û heta niha 208 endamên HDPê hatin destserkirin. 16 kesên ku hatin darizandin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li deverên cûrbicûr ên Tirkiyeyê li dijî xebatên HDPê 57 êrîş pêk hatin. Di raportê de hat eşkerekirin ku ji xeynî HDPê li dijî CHPê û Partiya Saadetê ji aliyê endamên AKP û MHPê ve êrîş tên kirin.

Bi heman mijarî:

Metropoll: Rêjeya Tifaqa Cumhur 46.5 ji sedî ye, HDP bendê derbas dike
Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Li gor anketa SONARê Ince 10 pûan zêde kiriye û HDP bendê debas dike
Ciwanên ku li dîwaran ‘ketil' nîgar kirin û ‘hêvî' û ‘HDP' nivîsandin, hatin girtin
Etîketan:
binçavkirin, êrîş, xebat, hilbijartin, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de