19:00 23 Hezîran 2018
Penaber - Koçber - Iraq - Mûsil

Hejmara penaberên ku bo cejnê çûn Sûriyeyê gihaşt 50 hezarî

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Penaberên ku ji bo Cejna Remezanê li welatê xwe derbas bikin, di deriyê sînor ê Oncupinara Tirkiyeyê re, piştî muameleyan, derbasî hêla Sûriyeyê dibin û bi otobusan diçin gund û bajarên xwe. Herwiha hejmara pnebarên ku heta niha derbasî Sûriyê bûne gihaştiye 50 hezarî.

Penaberên ku li kampên bajarên Tirkiyeyê dimînin, ji bo Cejna Remezanê li welatê xwe Sûriyeyê derbas bikin bi onlineyê randewû stendin û piştî muameleyên li deriyê sînorê Oncupinara Kilisê, derbasî hêla Sûriyê dibin. Herwiha heta niha ji 74 hezar serîlêdanên penaberan, 50 hezar penaber derbasî Sûriyê bûn, piştî derbasîbûna ji xalên kontrolkirinê bi otobusan diçin bajar û gundên xwe.

Hat ragihandin ku heta 50 hezar penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derbasî sînorê Sûriyeyê bûne. Penaberên ku bo cejnê çûn welatên xwe di 26ê Pûşberê de dê cardin vegerin Tirkiyeyê.

Bi heman mijarî:

Hejmara penaberên ku vegeriyan Sûriyê 40 hezar kesî derbas kir
Spanya, li keştiya ku 629 penaber dihewand xwedî derket
Keştiya ku 100 penaber têde binav bû: 40 kes mirin û 16 jî winda ne
Di nava salekê de 618 zarokên penaber winda bûn
Etîketan:
cejn, penaber, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de