19:08 23 Hezîran 2018
Leşker

Fermandarê tirk: Ji bo operasyona Qendîlê, hêzêk leşkerî ya cidî hewceye

© AFP 2018 / STRINGER
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)
0 01

Serokê Daîreya Îstîxbarata Sererkaniya Tirkiyeyê yê berê Ismail Hakki Pekin, derbarê operasyona Qendîlê de got ku ji bo operasyonekê divê em nêzî Qendîlê bin û wek operasyona dijî Efrînê bi çeperan nayê parastin, ji ber vê jî dibe ku bibe operasyonek sembolîk.

Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê fermandarê tirk yê berê Ismail Hakki Pekin da zanîn ku operasyonek dijî Qendîlê, dê ji operasyonên din cudatir be: "Ev dê ne operasyonek pakijkirinê be, ji bo operasyonek berfireh, hêzêk leşkerî ya cidî hewceye. Qendîl herêmek gelekî berfireh e, heke xal ne diyar bin operasyon dê pêk neyê. Divê ewil cih bên tespîtkirin, îstîxbarat bên berhevkirin, wek operasyona dijî Efrînê di çeperan de Qendîl nayê parastin."

Fermandarê teqawid Ahmet Yavuz jî eşkere kir ku operasyonek bejayî ya li dijî Qendîlê ne hêsane, herêmek berfireh e, tedarîka lojîstîkê zor û zehmet e, lê bi ya min operasyonek dijî Qendîlê û hilbijartin bi hev ve girêdayîne, ev li ber çavan e.

Mijar:
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)

Bi heman mijarî:

Balafirên tirk dîsa herêma Qendîl, Xakurk û Basyanê bombe kirin
Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
Balafirên Tirkiyeyê dîsa Qendîl û Asos bombebaran kirin
Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîl û Biradost bombebaran kirin
Etîketan:
qendîl, şer, operasyon, Ismail Hakki Pekin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de