09:58 19 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Nivîskarê tirk: Girtina Demirtaş dengdêrên kurd motive dike

© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de rewşa namzedên serokomariyê nirxand û ragihand ku girtina Demirtaş dengdêrên kurd motîve dike.

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de got: "HDPeya ku li ser sosyolojiya bûyerên îşenceya Girtîgeha Amedê bilind bû, niha jî girtîbûna namzedê serokomarî ya Selahattin Demirtaş dengdêrên kurd motîve dike. Pirsgirêka bendê ya HDPê dewam dike, lê ji bo Demirtaş tiştek wiha xuya nake. Kampanyeya Selahattin Demirtaş û hevsera wî Başak xanim profîla Bulent-Rahşan Ecevit nîşan dide."

Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "CHPê jî ji bo hikbijartina 24ê Hezîranê sînorê sosyolojîk derbas kir. Sînorê ji sedî 25 ku CHP her dilbijartinê têde disekine bi saya diyalog a Muharrem Ince her diçe zêdetir dibe. Her ku Serokomar Erdogan êriş dike Ince bilind dibe. Ince hê jî ji dengderên AKPê nikare dengan wergire. Yanî heta niha muxalefetê ev sînorê psîkolojîk ê ji sedî 38 derbas nekiriye."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Ez gavekê jî paşde navêjim, ez ê canê xwe ji bo gel feda bikim
Di mitînga Ince de wêneyên Demirtaş û dirûşmeya ‘Ji selo re azadî'
Demirtaş bi helbesteke Ahmed Arif bersiv da Erdoganî
Başak Demirtaş bo serdana Ince: Deriyê me ji hemû namzedan re vekiriye
Muharrem Înce sibe diçe serdana malbata Demirtaş
Etîketan:
HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de