03:15 18 Hezîran 2018
Binali Yildirim

Yildirim: Divê Amerîka soza ku daye bicih werîne

© REUTERS / Costas Baltas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim di bernameyeke televizyonê de li ser mijara Minbicê diyar kir ku êdî mecburîyeta Amerîkayê nemaye bi YPGê re kar bike, lewma jî divê çekên wan top bike û soza daye bicih bîne.

Yildirim derbarê hevdîtinên wan ên ligel Amerîkayê de ku li ser mijara Minbicê dewam dikin got, "Soza Amerîkayê heye, dibêjin em ne wekî tercîh ji neçarî bi YPGê re kar dikin. Niha ew neçarî ji holê rabûye. Divê wekî ku soz dane, çekên wan top bikin û wê gefa li ser Tirkiyeyê ji holê rakin."

‘VEKIŞÎNA ROJHILATÊ FIRATÊ GEFÊ JI HOLÊ RANAKE'

Yildirim herwiha diyar kir ku çûyîna hêzên YPG-HSDê bo rojhilatê Firatê her tiştî çareser nake û ji ber hebûn çekên giran ligel wan gefa wan a ser Tirkiyeyê berdewam dike û divê Amerîka wan çekan ji wan bistîne.

‘DERBAS DIKE NAKE, ÇI DIKIN BILA BIKIN'

Yildirim li ser pirsa ‘Gelo dê HDP benda 10%î ya hilbijartinê derbas bike?' jî got, "Derbas dikin nakin, çi dikin bila bikin em bi miletê xwe bawerin. Ji bo me rawestan nîne, em ê bi rêya xwe de berdewam bin."

Bi heman mijarî:

Ji çêleka ku cezayê îdamê lê hatibû birîn re efû derket
Senatorê rûsî Puşkov: Ewropa bûye qurbanê fişara Amerîkayê ya ser Rûsyayê
Ciwan Haco ji bo albuma nû spasî kir: Min xwest li halê we bipirsim!
Ji Mattis daxuyaniya Minbicê: Heyet li Almanyayê dicivin
NY: Li Sûriyeyê di 4 mehan de nêzî milyonek kes koçber bûn
Nivîsa tiwaletê balafira bi 214 rêwiyan anî xwar
Etîketan:
HDP, YPG, Minbic, Binali Yildirim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de