22:17 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtas

Demirtaş: Ez gavekê jî paşde navêjim, ez ê canê xwe ji bo gel feda bikim

© AP Photo / Emrah Gurel
Tirkiye
Lînkê kurt
0 40

Namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş, bersîv da gotina Erdogan a ‘îdamê' û wiha got: "Ez gavekê jî paşde navêjim."

Namzedê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP') Selahattin Demirtaş, bersîv da daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê û namzedê AKPê Recep Tayyip Erdogan a "Ger parlementoyê îdam bianiya, min dê erê kiribûya."

Demirtaşê ku li girtîgeha Edirneyê ye, xebata xwe ya hilbijartinê di ser medyaya civakî re berdewam dike bersiva nîqaşa îdamê û daxuyaniyên Erdogan yên derheqê îdamê de da. Demirtaş got "Erdogan dibêje ger ez werim hilbijartin ez dê wî îdam bikim. Di sala 2018an de li Tirkiyê li soza namzedekî serokomariyê binerin. Ez gavekê jî paşde navêjim, ez ê canê xwe ji bo gel feda bikim."

Bi heman mijarî:

Di mitînga Ince de wêneyên Demirtaş û dirûşmeya ‘Ji selo re azadî'
Demirtaş bi helbesteke Ahmed Arif bersiv da Erdoganî
Başak Demirtaş bo serdana Ince: Deriyê me ji hemû namzedan re vekiriye
Muharrem Înce sibe diçe serdana malbata Demirtaş
Rêveberê Saadetê li ser peyva Kurdistanê û daxwazên berdana Demirtaş îstifa kir
Etîketan:
namedê serokomariyê, nîqaşa îdamê, bersiv, AKP, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de