03:05 18 Hezîran 2018
Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê -Tirkiye PDK-T Mehmet Emîn Kardaş

PDK-T: Em di hilbijartinan de piştgiriya ti aliyekî nakin

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Partiya Demokrata Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T) helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyeyê bi daxûyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniya PDK-Tyê de hewldana Tifaqa Kurdistanî ya 5 partiyên kurd ku ji bo tifaqên hilbijartinên 24ê Hezîranê negihîştibû encamekê hat bibîrxistin û wiha hat gotin:

"Me wek PDK-T dixwest hewildanên Tifaqa Kurdistanî li gel HDP'ê li gora hinek prensîbên netewî û Kurdistanî bigihe encamekê û di hilbijartinan de Tifaqeke Kurdistanî bê avakirin. Lê Mixabin ev pêk nehat."

PDK-Tyê da zanîn ku bernameyên tu aliyekî siyasî yê hilbijartinan bersiva daxwaziya miletê kurd nade û ew partî hemî mafê miletê Kurd bin pê dikin û ragihand: "Ji ber vê em wek Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) piştgiriya tu aliyekî siyasî nakin û dengên xwe nadin."

Bi heman mijarî:

Di fitara qeyûmê Amedê de êrîşî peyamnêrê KurdSatê kirin
Berî hilbijartinan gefa Qendîlê: Em ê ripîrast bikin
Dîrektorê berê yê CIAyê Brennan: Trump ‘dalaleta demkî ye' dê Amerîkayê berê vegere
Amerîkayê lîsteya mueyîdeyên li dijî Rûsyayê careke din berfireh kir
Amerîka di dinyayê de kompûtera herî bi lez çê kir
Silêmanî: Hizbullah ji partiyeke berxwedanê bû hikûmeteke berxwedanê
Etîketan:
PDK-T, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de