01:21 18 Hezîran 2018
Rojnamevan - peyamnêr - medya

Di fitara qeyûmê Amedê de êrîşî peyamnêrê KurdSatê kirin

© AFP 2018 / MUSTAFA OZER
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Hat ragihandin ku li Amedê di fitara qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de zabitayan êrişî peyamnêrê KurdSatê kir.

Peyamnêrê KurdSatê Ferat Mehmetoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji bo nûçeyekê remezanê wî xwestiye biçe çadira fitarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lê ji ber navê ‘KurdSat'ê rastî êrişa zabitayan hatiye.

Peyamnêrê KurdSatê  Mehmetoglu di peyama xwe de ev tişt gotin: "Ji bo nûçeyeke Remezanê ez çûme çadira fitarê ya Şaraderiya Bajarê Mezin a Amedê. Bi awayekî kubar min ji zabitayan destûr xwest. Gotin kerem bike. Piştî ku ez ketim hundir. Zabitayan ji min pirsî, go kîjan kanal? Min got KurdSat. Got TirkSat? Min go KurdSat û êrişî min kirin."

Bi heman mijarî:

KurdSatê ji bo Efrînê weşandina rêzefilmên tirkî rawestand
Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne
Li mîtînga Yildirim a li Amedê bo gelek ajans û rojnameyan akredîtasyon nehat dayîn
Navenda partiya Macron akredîtasyon neda Sputnik û RTê
Qeyûm piştî rakirina tabelaya Celadet Elî Bedirxan pirtûkên kurdî jî derxistin
'Cîgirên qeyûm di îhaleyê de bêrêtî kirin e'
Di çarçoveya lêpirsîna Çiftlik Bankê de bo 3 şîrketan qeyûm hatin tayinkirin
Rêvebirê AKPeyî wek qeyûm tayînî 7 şirketan kirine
'Dibe ku ji bo Amedsporê qeyûm bên tayinkirin'
Etîketan:
Ferat Mehmetoglu, DiyarbekiR, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de