22:27 18 Hezîran 2018
Muharrem İnce

Ince li Amedê axivî: Em dê pirsa kurdî li parlementoyê çareser bikin

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)
0 0 0

Namzedê CHPê yê Serokomariyê Muharrem Ince di çarçoveya mîtîngên hilbijartina 24ê Hezîrenê de li Amedê liqada îstasyonê mîtîngekê li dar xist. Ince, "Em dê li hev werin, em dê mezin bibin û em dê ligel hev par ve bikin."

Ji axaftina namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince ya li Amedê çend xalên sereke wiha ne:

  • Ez îro ne ji bo ku we bixapînim an jî şerbetê baldiranê vexwim. Ez îro hatime vê derê da ku şerbeta Remezanê, ava sûsê vexwim.
  • Pirsgirêkên mezin ên Tirkiyê hene. Hevnegirtina carî ya Tirkiyê bû 55 milyar dolar, enflasyona li metbexê bûye 30 ji sedî, îtxalat gihaştiye 250 milyar dolarî, 20 ji sedê ciwanên me betal in û Tirkiyê hatiye dropêçkirin. Niha yên ku Tirkiyê birêve dibin ne ji Enqerê, ji Brûkselê, ji Washingtonê birêve dibin.

‘DI MIJARA RAKIRINA PARÊZBENDIYA PARLEMENTERAN DE EZ LI DIJÎ DERKETIM'

  • Di mijara rakirina parêzbendiya parlementeran de ez li dijî derketim. Min dît ku partî xeletiyekê dike, ez wê nakim û min nekir jî. Wê demê ez derketime ser televizyonan û li dijî wê biryarê derketim.
  • Ez dibêm pirsgirêkekê vî welatî heye, divê em çareser bikin. Pêwist e ku em di zûtirîn demê de de aştiyê pêk bînin.

'EM NAVÊ VÊ PIRSÊ DEYNÎN: PIRSA KURDÎ'

  • Em navê vê pirsgirêkê deynîn. Navê vê pirsgirêkê, Pirsgirêka Kurdî ye. Em dê vê çawa çareser bikin? Li Parlementoyê.
  • Em dê 3 zimanan hînî zarokên xwe bikin. Yek, em dê zimanê fermî tirkî hîn bikin; du, zimanên ku li malê tê axaftin — kurdî be kurdî, çerkezî be çerkezî, erebî be erebî — ji bo welatîtiya dinyayê em dê zimanên cîhanî yên wele îngilîzî, frensî, rûsî, erebî hînî zarokên xwe bikin.

‘EM DÊ LI HEV WERIN, EM DÊ MEZIN BIBIN Û EM DÊ LIGEL HEV PAR VE BIKIN'

  • Em dê li hev werin, em dê mezin bibin û em dê ligel hev par ve bikin ('Dirûşmên Selo'ya Ozgurluk' Ji Selahattin Demirtaş re Azadî bilind bûn).
  • Min serdana hemû namzedan kir, min serdan birêz Demirtaş jî kir û min jê re serkeftin xwest.
  • Erdogan ‘Tirkê Spî' ye, ez ‘reşik' im.
  • Erdogan dengan dixwaze, ê min, derdê min aştî, rêkeftin û aramî ye.
Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)

Bi heman mijarî:

Başak Demirtaş bo serdana Ince: Deriyê me ji hemû namzedan re vekiriye
Ince: Li Enqereyê qesr, li Stenbolê 5 avahî hene, niha jî li Marmarîsê havîngehekê çêdike
Muharrem Ince piştî mitînga Amedê wê serdana Demirtaş bike
Ince: Divê meselaya kurd êdî bêyî xetên sor were nîqaşkirin
Muharrem Ince: Ez ê bi Esad re hevdîtinê pêk bînim
Etîketan:
Pirsa kurdî, Mîtin, Bangeşe, Hilbijartin, CHP, Muharrem Ince, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de