05:53 21 Hezîran 2018
Endamên PKKê li Qendîlê

'Operasyona Tirkiyeyê li Qendîlê ji bo hilbijartinê ye lê dê bi ser nekeve'

© AP Photo / YAHYA AHMED
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)
0 20

Pisporê Pirsa Kurdî Wladimir van Wilgenburgî derbarê operasyona Tirkiyeyê li Qendîlê de axift û diyar kir, Artêşa Tirkiyeyê dê nikaribe li Qendîlê bi ser keve lê hikûmet ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê vê operasyonê pêk tîne da ku ji raya giştî ya Tirkiyeyê re bibêje ku li dijî PKKê şer dike lê dê nikaribe bi ser keve.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
© AP Photo / Murat Cetinmuhurdar/Pool Photo
Wilgenburg ji beşê kurdî yê radyoya SBSê ya Awistalyayê re axift û agahiyên dawî derbarê oprasyona Tirkiyeyê de dan. Pisporê holendî got, "Artêşa Tirkiyeyê bi qasî 20 kîlometreyan ketiye Herêma Kurdistanê û bi wî awayî bêtir nêzîkî çiyayê Qendîlê dibin ku PKK li wê derê bibingeh bûye. Rayedarên tirk gotiye ku amade ne biçin Qendîlê. Dibe ku ev ji bo hilbijartinan jî be."

"EGER TIRKIYE BI RASTÎ BIXWAZE TÊKEVE QENDÎLÊ DÊ GELEK BEDELAN BIDE"

Pispor Wilgenburg di berdewamiya axiftina xwe de got, PKK ji hinek gundên ku parastina wan ne hêsan bû, vekişiyaye lê hinek êrîşên dijber li ser pêgehên Artêşa Tirkiyeyê jî pêk tînin û vîdeoyên wan jî belav dikin û wiha dewam kir: Anku ew li dijî wan şer jî dikin. Jixwe ev ne yekem car e ku Artêşa Tirkiyeyê hewl dide Qendîlê dagir bike yan jî bombebaran bike. Mebesta min ew e ku ev çend sal in an jî çen dehsal in li wê derê ne yanî ew jî amade ne, anku gelekî amade ne û gelek cebilxane û pêdawistiyên wan hene. Lewra eger Tirkiye bi rastî dixwaze biçe nava Qendîlê û biçe nava çiyayê, dê berdeleke têra xwe bide.

HSD
© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Li ser wendahiyên sivîl jî Wilgenburg diyar kir ku di dema Newrozê de serdana Qendîlê kiriye û wê çaxê hinek sivîl di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de hatibûn kuştin lê di bûyerên dawî de ti sivîl nehatine kuştin û Artêşa Tirkiyeyê serdana gundiyan dike û hewl dide ku ji wan re bibêje, 'ti problema me bi we re tine, tenê problema me bi PKKê re ye.'

"OPERASYONA QENDÎLÊ JI BO RAYA GIŞTÎ YA TIRKIYEYÊ YE"

Herwiha Wilgenburgî wiha got: "Ne pêkan e ku Qendîlê xelas bikin, ji ber ku çiyayekî gelekî mezin e û PKKê têra xwe baş tê de ye. Lê me dît bê wan çi li Efrînê kir. Wan êrîşî kurdên sûrî kir û dest danî ser Efrînê. Herwiha Tirkiye behsa êrîşa bi ser Şingal, Mexmûr û Qendîlê de jî dike. Anku mebesta min ew e ku hemû têkilîdarî hilbijartinê ye lê ev nayê wê wateyê ku dikarin bi hêsanî PKKê li Qendîlê xelas bikin û serkeftinê berî hilbijartinê ragihînin. Lê ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê, ew dixwazin ji wan re bibêjin ku ew bi rastî li dijî PKKê şer dikin û serkeftî ne."

Li gorî pisporê Wilgenburgî, têkiliya operasyonê ji bilî hilbijartinan, bi nexşerêya Minbicê r jî heye ku Tirkiyeyê bi Amerîkayê re daniye lê sedema wê rave nekir.

"AMERÎKA DÊ TIŞTEKÎ JI BO OPERASYONA QENDÎLÊ NEKE"

Li ser helwesta Amerîka û dewletên rojavayî li himber operasyona Tirkiyeyê li dijî Qendîlê, Wilgenburgî diyar kir ku rewş kompleks e û wiha dewam kir: Ez bawer nakim ku tiştekî bikin da ku vê operasyonê Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bisekinîn. Herwiha bawer nakim ku Iraq an jî kurdên iraqî tiştekî zêde bikin. Tenê ew ê protesto hebin. Lê guman dikim ku ev bikarin Tirkiyeyê bisekinînin."

Mijar:
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)

Bi heman mijarî:

Welatiyên Qendîlê êrişên dewleta tirk şermezar kirin
TSKê li ser êrîşa asmanî ya ser Qendîlê daxuyanî da
Ji ber bombebarana Tirkiyeyê, li gundên Qendîlê elektrîk qut bû
Artêşa Tirkiyê li ser bombardimana Qendîlê daxuyanî da
TSKê li ser bombardimana Qendîlê daxuyanî da
Soylu gef li Qendîlê xwar: Hûnê biharê nebînin
Dîsa balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin
Gelo Artêşa tirk wê operasyonekê li hemberî Qendîlê lidar bixe?
Etîketan:
PKK, Wladimir van Wilgenburg, Iraq, Tirkiye, Amerîka, Minbic, Efrîn, Mexmûr, Şingal, Qendîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de