09:49 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş bi helbesteke Ahmed Arif bersiv da Erdoganî

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)
0 50

Namzedê HDPê yê Serokomariyê Demirtaş bersiv da gotinên yên ku derheqê wî de gotibûn, "Xwîna 53 welatiyan bi destê Demirtaş ve ye" Demirtaş, "Ey Erdogan! Ez fersendeke mezin didim te ku ‘ger ti dîrektîfa min a qaşogiravî' par ve bikî, bi soz ez dê ji namzediya serokomariyê vekişim."

Parlamenterê Stenbolê û namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da Serokomarê Tirkiyê û namzedê Partiya Dadwerî û Geşedane AKP) Recep Tayyip Erdogan ku wî weke berpirsyarê bûyerên Kobaniyê nîşan dida. Selahattin Demirtaş got, "derbarê bûyerên Kobaniyê de ne di derheqê min de, ne jî di derheqê rêveberiya HDPê de ti doz nehatine vekirin."

​"Hejmara kesên ku di bûyrên Kobaniyê hatine qetilkirin ne 53, 43 ne. 6 ji van HUDA-PARî, 2 endamên ewlehiyê ne ku rastî suîqesdê hatine, 2 penaberên sûriyeyî ne û 33 HDPyî ne. Ji bilî qetilkirina 6 HUDA-PARiyan derbarê ti kesî de doz û lêpirsîneke karîger nehatiye vekirin."

​Demirtaş bang li Erdogan kir û amaje kir ku Erdogan îsbat bike ku wî dîrektîf daye ew dê ji namzediya serokomariyê vekişe: "Ey Erdogan! Ez fersendeke mezin didim te ku ‘ger ti dîrektîfa min a qaşogiravî' par ve bikî, bi soz dê ji namzedê serokomariyê vekişim."

​"Yasin Boru û kesên din ên hatine kuştin ne xema Erdogan in. Erdogan wan kuştinan weke alaveke îstîsmarê bi kar tîne û ji ber vê yekê jî bi tenê di demên hilbijartinê de tîne rojevê."

​Demirtaş herwiha beşeke helbesta Ahmet Arif ya bi navê 33 Gule par ve kir: "Lêxin lawo, / Lêxin. / Ez bi hesanî nayêm kuştin. / Di tifika min de agirê hê venemirî / Di dilê min de peyvên min hene hê / ji kesên fama re."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)

Bi heman mijarî:

Başak Demirtaş bo serdana Ince: Deriyê me ji hemû namzedan re vekiriye
Muharrem Înce sibe diçe serdana malbata Demirtaş
YSKê biryara dawî da: Demirtaş dê li girtîgehê ji TRTê re biaxive
Demirtaş berisva pirsên Twitterê da
Etîketan:
Hilbijartin, Bûyerên Kobaniyê, Daxuyanî, HDP, Recep Tayyip Edogan, Selahattin Demirtaş, Edîrne, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de