13:32 23 Hezîran 2018
Amerîka li Minbicê baregehe nû ya leşkerî ava dike

'Tirkiye di civinên li gel Amerîkayê de qet behsa rojhilata Firatê nake'

© REUTERS / Rodi Said
Tirkiye
Lînkê kurt
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)
0 20

Nivîskarê tirk Ilhan Uzgel derbarê nexşerêya Minbicê ya navbera Amerîka û Tirkiyeyê de nivîsî û diyar kir ku Amerîkayê, nexasim piştî ketina Efrînê, wek navgîneke bazarê bi kar anî û rojhailatê Firatê ji bo we xeta sor. Herwiha Uzegelî got, Tirkiyeyê di civînan de qet behsa rojhilata Firatê nake.

Uzgel di rojnameya DuvaRê re nivîsî û îdîa kir ku bazara Minbicê ya navbera Tirkiye û Amerîkayê ji mêj ve diyar bû û got, li gel ku Efrîn ji aliyê stratejîk ve giring bû jî lê ji aliyê erdnîgarî ve zehmet bû ku were parastin, lewra ji bo Amerîkayê ne kêşe bû ku têkve bin kontrola Tirkiyeyê."

"TIRKIYE, HER GOT, MINBIC Û JI WIR XWE DIAVÊT QENDÎLE…"

Nivîskar paşê behsa Minbicê dike û dibêje ku ew girêdayî bazarê bû lê rojhilatê Firatê ji bo Amerîkayê xeta sor bû û her wiha ma jî. Uzgel wiha dibêje: "Eger mirov bala xwe bidê, gava Tirkiyeyê operasyona Efrînê pêk dainî û ji bo Minbicê bo demeke dirêj daxwazeke birijd dikir, gava mijar dihar ser rojhilata Firatê bêdeng dima. Gava mirov li operasyonên leşkerî û bazarên dîplomatîk ên Tirkiyeyê dikirin dinere, eger ji rojava(ya Sûriyeyê) ber bi rojhilat ve biçî, Efrîn, Cerablus û Minbic dihar gotin û ji wê derê xwe diavêt Qendîla li ser sînorê Îranê. Eger pêkhateya kurdî li bakurê Sûriyeyê wek tehdîd dibînî, navenda wê ji Cerablusê dest pê dike û li ser sînorê Tirkiyeyê nêzîkî 400 kilometreyan dewam dike anku diviyabû ew herêm be ya ku di kontrola PYDê de be."

"PIŞTÎ EFRÎNÊ TI WATEYA MINBICÊ NEMAYE"

Li gorî îdîaya nivîskarî ku dispêre Balyozê Amerîkayê yê berê li Sûriyeyê John Fordî, Tirkiyeyê di civînan de qet behsa rojhilata Firatê nekiriye û bazara wê tenê ji bo rojavayê Firatê ye.

Herwiha nivîksar dibêje ku Minbic ji aliyê stratejîk ve ne herêmeke wiha bû ku Amerîka dest jê bernede lê navgîneke bazarê bû û ew peywira xwe aniye cî û wiha dewam kir: Gava Efrîna di kontrola PYDê de bû, giringiya Minbicê hebû lê piştî ketina Efrînê, ti wateya wê nemaye."

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)

Bi heman mijarî:

Fermandarê ASAyê: Em dixwazin Minbicê bê şer kontrol bikin
Wêneyên baregeha nû ya leşkeriya Amerîkayê ya li Minbicê hatin belavkirin
Fermandarê Minbicê: Amerîkayê li Minbicê baregeheke nû ava nekiriye
Êdî zimanê kurdî jî li Minbicê tê perwerdekirin
General û berpirsên amerîkî li Minbicê serdana HSDê kirin
Hêzên Hevpeyman ji HSDê re: Em soz didin ku li Minbicê we li ji hemû êrîşan biparêzin
'Çarçoveya nexşerêya Minbicê diyar bû'
Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Amerîkayê temînat dane me
DYA: Me bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê li hev nekiriye
Etîketan:
PYD, Ilhan UZGEL, John Ford, Amerîka, Qendîl, Efrîn, Minbic, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de