05:56 21 Hezîran 2018
Hevjîna Demirtaş Başak Demirtaş, Pervin Buldan  û Selim Sadak

Başak Demirtaş bo serdana Ince: Deriyê me ji hemû namzedan re vekiriye

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hevsera namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê girtî Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş derbarê serdana namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince de got ku helwesta wî helwestek mirovî ye: "Deriyê min ji birêz Erdogan, Akşener, Perinçek û Karamollaoglu re jî vekiriye."

Namzedê serokomariyê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince, îro diçe Amedê û li qada îstesyonê dê mitîngekê li dar bixe. Ince piştî mitîngê dê bi hevsera Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş re hevdîtinekê jî pêk bînê. Başak Demirtaşa ku serdana standa HDPê kir bersivên pirsên rojnamevanan da û got: "Selahattin Demirtaş xebatên derbarê pêvajoya hilbijartinê de meraq dike, ez jî bo vê daxwaza wî hatim serdana partiyiyan."

Demirtaş bilêv kir ku hevserê wî bi siyasetî li girtîgehê rejhîn hatiye girtin: "Bi şev û roj paşgotiniya wî dikin, bêbextiyan lê dikin, heqaretê lê dikin ku rexneyên nehêja û bêhurmetî ne. Heke hun natirsin wî ji girtîgehê derînin ku ew jî li qadan bersiva we bide."

Bi heman mijarî:

'Kim, bo hevdîtina duyem, Trump vexwend Pyongyangê'
Helîkoptera ku li têlê elketrîkê qelibî kete çem: Pîlot canê xwe ji dest da
"Refsencanî berî mirinê navê kesên ku dixwestin wî bikujin da'
Partiya tifaqa cumhur: Em ê cardin li dijî rejîma AKPê û qesrê bin
Ji Merkel bo Trump: Em ê bergiriyên tund wergirin
Etîketan:
bêbextî, mirovî, hilbijartin, Başak Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de