09:57 19 Hezîran 2018
AKP / Ala AKPê / Hilbijartin

Partiya tifaqa cumhur: Em ê cardin li dijî rejîma AKPê û qesrê bin

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Îstîşareya Bilind ê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Hakki Oznur, ku yek ji partiya ‘tifaqa cumhur' e got, "Em ê cardin li dijî rejîma AKPê û qesrê têbikoşin. Em ê kûmpasên wan di sindoqên 24ê Pûşberê de bidefînin."

Hakki Oznurê ku nêzî avakarê BBPê Muhsin Yazicioglu ye û Serokê Îstîşareya Bilind ê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) e, bi sernavê ‘Daxuyannameya Edalet û Demokrasiyê' ve daxuyaniyek da ku got, divê kesên li dijî zilmê bin dengê xwe nede AKPê.

Di daxuyannameya Oznur de wiha hat gotin: "Kesên welatparêz divê dengê xwe nedin rejîma yek zilamî, rejîma yek partiyê û bi wê re hevkariyê neke; em ne li ba zilimkara ne, herwiha em li ba mezlûmên ku li dijî despotîzma AKPê ne." Ozur di axaftina xwe de destnîşanî bo Tirkiyeyek bê OHAL, bê KHK û welatekî bê qedexe, em ê cardin têkoşîna xwe li dijî rejîma AKPê û qesrê berdewam bikin, ti kes nikare îpoetekê deyne ser vîna me.

Oznur li ser fikra partiya wî ya derbarê refendûma 16ê nîsanê de jî got ku, em vê rejîma bi zorê qebûl nakin, ev rejîma Erdogan e.

Bi heman mijarî:

Ji Merkel bo Trump: Em ê bergiriyên tund wergirin
Kiliçdaroglu tirsa Bahçeli eşkere kir: Bi ya min bila veqete
Mamê Kosret Resûl koça dawî kir
Posterên Erdogan ji kolanên Amedê tên rakirin
Etîketan:
rejîm, akp, hilbijartin, tifaq, Hakki Oznur, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de