20:29 20 Hezîran 2018
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu tirsa Bahçeli eşkere kir: Bi ya min bila veqete

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bertek nîşanî gotinên serokê MHPê Devlet Bahçeli dan ku gotibû, "Tifaqa me AKP-MHP ye, namzede me yê serokomariyê Recep Tayyip Erdogan e, ti hêza we têrî cudaxwaztiya MHPê nake, vê wisa bizanibin."

Li dijî Israra Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli bo efuyê, Serokê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bersiva neyînî da. Ji aliyê din ve ku tê gotin piştî hilbijartinê dê tifaqa cumhur hilweşe, Bahçeli bertek nişan dabû. Bahçeli herî dawî parlamenterên AKPê jî hişyar kiribû lê bersiv ji ti endamên AKPê nehat. Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî eşkere kir ku AKP Bahçeli bi tiştekî nahesibîne.

Kiliçdaroglu: "MHP li dijî hêza AKPê li paş ma, ji xwe re li rêyekê digere ku derkeve pêş, Bahçeli bi daxwaza efuyê xwest ji mehkûm û xizmên wan dengan werbigre, lê ev plana wî negirt. Ji ber ku Erdogan jî Yilidrim jî li dijî vê xwestekê ne."
Serokê CHPê got ku ez ji bo Bahçeli pir diêşim, bi ya min bila ji tifaqê veqete. Kiliçdaroglu got ku endişeya Bahçeli ew e ku gelo dê di parlamentoyê de komê ava bike an na ye?

Etîketan:
hişlbijartin, tifaq, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de