03:16 18 Hezîran 2018
Meral Akşener

Akşener: Erdogan pêşniyara cîgirtiya serokwezîrtiyê li min kir

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Seroka Giştî ya IYI Partiyê û namzeda serokomariyê Meral Akşener di axaftina xwe de ragihand ku Erdogan pêşniyara cîgirtiya serokwezîrtiyê li min kir û belgeya vê jî heye.

Seroka Giştî ya IYI Partiyê û namzeda serokomariyê Meral Akşener li Îzmîrê di bersivdayîna rojnamevanan de got: "Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî dubareya hilbjartina 7ê Hezîranê pêşniyara cîgirtiya serokwezîrtiyê li min kir û belgeya vê jî heye." Akşener berê jî gotibû ‘Erdogan pêşniyara wezîrtiyê li min kir' lê hurgilî belav nekiribûn.

Meral Akşener di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev AKPê pir bi kêf e. Piştî 7ê Hezîranê pêşniyara wezîrtiyê li min kirin. Tiştê ji min re hat gotin cîgirtiya serokwezîrtî bû. Hê jî belgeya vê pêşniyarê heye. Naxwe wê demê ez mirovekî pir başbûm ku ev pêşniyar kirin, le min qebûl nekir. Paşî Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Metin Kulunk hat mala min. Ji min re got ez li ser navê Erdogan hatime. Lê min got na û ne mimkin e ez tevlî Tifaqa Komarî bibim."

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu û Akşener duşemê hevdîtinekê pêk tînin
Pervîn Buldan ji bo çi li ser pirsa piştgiriya Akşener bo tûra duyem xemgîn bû?
Akşener ji bo Erdoganî: Te rê da Pêşmergeyan
Akşener: Min nedîtiye ku HDPiyan sûcek kiriye
Akşener: Ez dixwazim ku Demirtaş jî bi me re di heman şertan de xebatin xwe bike
Akşener di derbarê îdiayên sûîqestê de axivî
Etîketan:
IYI Parti, Meral Akşener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de