03:00 18 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koreya Başûr

Ince: Li Enqereyê qesr, li Stenbolê 5 avahî hene, niha jî li Marmarîsê havîngehekê çêdike

© REUTERS / Ed Jones
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince li Stenbolê di axaftina xwe de ragihand ku li Enqereyê qesr, li Stenbolê 5 avahî hene, niha jî li Marmarîsê havîngehekê dide çêkirin."

Namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince li Stenbolê di axaftina xwe ya mitînga Silivriyê de ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan got: "Li Enqereyê qesr, li Stenbolê 5 avahî hene, niha jî li Marmarîsê havîngehekê dide çêkirin û vê jî bi pereyên feqîr û xureba çêdike."

Muharrem Ince di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez soz didim em ê wê qesra havîngehê ji zarokên kêmendam re veqetînin. Ji bo 4 milyon sûriyeyî 40 milyar dolar serf kirin, te ew pere jikur peyde kiribin ez jî ji bo xelkê xwe ez ê ji wir peyde bikim. Ev 16 sal e ez parlamenter im 14 sala di kirê de rûniştim. Ev nêzî salekê ye xaniyê min çêbûye. Jixwe mala min wek qesrekê ye, çi karê min li qesrê heye."

Ince di dirêjiya axaftina xwe de got: "Niha cejn nêzîkbû û hûnê di pira ku Suleyman Demirel çêkir belaş û ya ku Erdogan çêkir de bi pere derbas bibin. Pira Demirel 11 milyon distîne ya Erdogan jî tenê ji bo çûnê 114 lîra distîne."

Bi heman mijarî:

Saziya Hilbijartinê biryar da ku posterên Erdogan werin rakirin
Şener navên kesên ku bi Erdogan re çûne cem Fethullah Gulen eşkere kir
Erdogan û Şahê Urdinê axivîn
Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Were A Haberê em SSKyê biaxivin
Erdogan cara yekem got: Em ê êrîşî Mexmûrê bikin
Prof. Dr. Katircioglu: Hilbijartina Erdogan ji bo min surprîz e
Etîketan:
AKP, CHP, Recep Tayyip Erdogan, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de