20:27 20 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan

Saziya Hilbijartinê biryar da ku posterên Erdogan werin rakirin

© REUTERS / Yasin Bulbul
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Saziya Hilbijartinê ya Navçeya Rezan a Amedê li ser serîlêdana Şaxa HDPê ya Amedê biryar da ku posterên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser rêyên bajêr bi dîrekan ve hatine daliqandin, werin rakirin.

Di pêvajoya referandûma serokatiyê ya 16ê Nîsanê de di serî de li Amedê, li gelek bajaran posterên Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan hatibûn daliqandin. Li Amedê bi taybetî bi dîrekên li ser rêya navendê, Bûlvara Rihayê û cadeya Elezîzê ew poster hatibûn daliqandin û ev yek jî bibû sedema nerazîbûnê. Ev poster beriya mitînga Erdogan a roja 3yê Hezîranê hatibûn nûkirin.

Şaxa HDPê ya Amedê li gorî xalên 60 û 61î yên "Qanûna Li Ser Hikmên Sereke yên Hilbijartinan û Cihê Dengdêran" serî li Saziya Hilbijartinê ya Navçeya Rezanê da û diyar kir ku daliqandina wan porsterên Erdogan li dijî vê qanûnê ye û bi vê hincetê xwest ku ew poster werin rakirin.

Saziya Hilbijartinê jî ev daxwaza HDPê di cih de û li gorî qanûnê dît û biryar da ku ew posterên Erdogan werin rakirin.

Bi heman mijarî:

Şener navên kesên ku bi Erdogan re çûne cem Fethullah Gulen eşkere kir
Erdogan û Şahê Urdinê axivîn
Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Were A Haberê em SSKyê biaxivin
Erdogan cara yekem got: Em ê êrîşî Mexmûrê bikin
Prof. Dr. Katircioglu: Hilbijartina Erdogan ji bo min surprîz e
Etîketan:
poster, Saziya Hilbijartinê ya Navçeya Rezanê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de