20:29 20 Hezîran 2018
Muharrem İnce

Muharrem Înce sibe diçe serdana malbata Demirtaş

© REUTERS / Huseyin Aldemir
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Namzedê Serokomariya Tirkiyeyê ji Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Înce sibe li Amedê mîtingekê li dar dixe û li wir serdana malbata namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattîn Demirtaş dike.

Hat ragihandin ku dê Muharrem Înce sibe 11ê Hezîranê di çarçoveya propagandaya hilbijartinê de biçe Amedê û li wir mîtingekê li dar bixe.

Beriya niha jî Înce di mîtingeke xwe de ragihandibû ku ew dê li Amedê serdana malbata Demirtaş bike ku niha bixwe ji girtîgeha Edirneyê bangeşeya xwe ya hilbijartinê didomîne.

Înce beriya destpêkirina bangeşeya hilbijartinên 24ê Hezîranê jî serdana Demirtaş li girtîgeha Edirneyê kiribû ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di mîtingên xwe de bi berdewamî kampanyayeke reşkirinê ji bo Demirtaş didomîne û Înce wekî piştgirê terorê tawanbar dike.

Bi heman mijarî:

Piştî şewitîna sindoqên hilbijartinê banga nûkirina hilbijartinê hat kirin
Şi: Divê em li hember zîhniyeta şerê sar derên
Li Mêrdînê şer: Kesekî jiyana xwe ji dest da 10 kes jî birîndar bûn
Li Bexdayê agir bi depoya sandoqên hilbijartinê girt
Pûtîn bi Poroşenko re li ser mijara Vişinskiy axivî
'Bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê artêşa tirk nikare êrîşê Qendîlê bike'
Etîketan:
Tirkiye, Hilbijartin, Amed, Malbata Demirtaş, Muharrem İnce
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de