09:08 18 Hezîran 2018
Ambûlans - Ambulans - Tîmên Tenduristiyê - Hawarçûn - Birîndar - Pevçûn - Şer

Li Mêrdînê şer: Kesekî jiyana xwe ji dest da 10 kes jî birîndar bûn

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku li bajarê Mêrdînê li navçeya Artûklû di navbera du malbatan de şer derket. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest.

Îro piştê nîvro li navçeya Artûklû ya Mêrdînê li ser meseleya eraziyan di navbera du malbatan de şer derket. Di encama şerê ku tê de çek jî hatin bikaranîn de, kesekî Şêxmûs Koru jiyana xwe ji dest da, 15 kwes jî birîndar bûn.

Herwiha îro li bajarê Ruhayê li navçeya Hîlwanê jî di navbera du mlabatan de şer derket. Di encama şer de kesekî jiyana xwe ji dest da 5 kes jî birîndar bû. Polîsan di derbarê bûyeran de lêpirsîn da destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Fermandar: Dibe her kêlî şer di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de derkeve
Balafirên şer ên Tirkiyeyê deverên Akre û Amediyê bombebaran dikin
Li Sasonê şer: 2 leşker birîndar bûn
Etîketan:
birîndar, kuştim, şer, mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de