09:10 18 Hezîran 2018
Partiya Saadetê

Rêveberê Saadetê li ser peyva Kurdistanê û daxwazên berdana Demirtaş îstifa kir

© AFP 2018 / Hocine Zaourar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 05

Serokê rêxistina Partiya Saadetê ya navçeya Zîle ya bajarê Tokatê Serdal Akçal bi hinceta ku Serokê Giştî yê Saadetê Kemal Karamollaoglu, gotiye, divê Selahattîn Demertaş bê berdan ji partiya xwe îstifa kir.

Akçay ji meydakaran re da xuyakirin, ew polîtîkaya serokê partiya xwe şaş dibîne û derbarê Demirtaş de wiha got: "Ew serokê ku ji bo Demirtaşê alîgirê rêxistinên terorê yên leşker, polîs û sivîlên me dikujin ti caran nabe serokê min."

Akçay herwiha diyar kir ku Karamollaoglu li Amedê navê Kurdistanê bilêv kiriye ku vê yekê jî ew xemgîn kirine û ji ber van sedeman ew ji endamtiya Partiya Saadetê îstifa dike.

Bi heman mijarî:

Serokê Koreya Bakur ji bo lutkeya dîrokî li Sîngapûrê ye
Danezana hevpar a G7an hat ragihandin
Pûtîn bersiva Trump a ‘Divê Rûsya jî di G7an de hebe’ da: Yên jê derketin ne em bûn
Ji TSKê daxuyaniya êrîşa asmanî ya ser Qendîlê
Prof. Celîlê Celîl bo ciwanê kurd: Tu dixwazî tirkî bi te re qonişmîş bikim, anlamîş dikî!
Etîketan:
îstifa, Saadet, Demirtaş, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de