19:14 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Şener navên kesên ku bi Erdogan re çûne cem Fethullah Gulen eşkere kir

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Namzedê parlamantariyê yê CHPê ji Konyayê ku yek ji damezirînerê AKPê ye Abdullatîf Şener, hurgiliyên serdana Amerîkayê ya Gulana 2000an a Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kirin.

Recep Tayyip Erdogan
© AP Photo / Emrah Gurel
Namzedê CHPê yê serokomariyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Muharrem Înce li meydanan gotibû, Erdogan ji bo îcazetê jê bistîne li Pensilvanyayê serdana Gulen kiriye, lê Erdogan ew îdia red kiribûn ku wî îcazet ji ti kesî wergirtibe.

'ÇAR KES ÇÛN AMERÎKAYÊ'

Abdullatîf Şener ku di heyama AK Partiyê de wezîrtî jî kiriye li ser wê serdanê got: "Çar kes çûn Amerîkayê. Di serdana yekem a Erdogan de Ahmet Ergun jî ligel wî bû. Bi Gulen re hevdîtin kirin."

'ADETEKE ERDOGAN HEYE…'

Li gor hevpeyvîna rojnameya Sozcuyê Şener li ser mijarê ev daxuyanî dan: "Min gotibû. Sala 2000î 4 kes çûn Amerîkayê. Tayyîp Erdogan, Turhan Çomez, Ahmet Ergun û Alî Îbîş… Niha ew kes li ku ne bawer bikin ez jî nizanim. Adeteke Birêz Erdogan heye, kesên nêzîkî xwe di siyasetê de li cem xwe nahêle û wan cuda dike."

Şener herwiha da xuyakirin ku ew dê hurgiliyên din ên wê serdana Erdogan piştre ji medyayê re vebêje.

Bi heman mijarî:

Esad: Em girîngiyê nadin gefên Amerîkayê yên bo parastina HSDê
Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina dengan daxuyanî da
Ji Rûsyayê di derbarê hevdîtina muhtemel ya Trump û Pûtîn de daxuyanî
Merkel: Di navbera nêrînên me û yên Trump de cudahiyên ber bi çev hene
Macron destê Trump givaşt
Bajarên ku herî zêde dunyayê qirêj dikin hatin tesbîtkirin
Etîketan:
Abdullatîf Şener, Fethullah Gulen, Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de