09:08 18 Hezîran 2018
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik

'Navenda giştî a HDPê û Mustafa Karasu nexwestin tifaqa kurdistanî pêk were'

Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê di roja 2yê Gulana 2018an li Amedê bi civîneke çapemenîyê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan îlan kirin. Di vê civînê de ji bo tifaqeke berfireh pirensîbên xwe yên sîyasî aşkere kirin. HAKPAR heta roja 30yê Nîsanê jî li gel Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê beşdarî civînên hevbeş de bûn.

Partiyên Kurdistanî
© Sputnik / Sertaç Kayar
Bi giştî, her şeş alî jî tu îtîrazên wan yên bingehîn li ser prensîbên sîyasî tunebû. Lê di civîna 30yê Nîsana 2018an de HAKPARê got, ‘'HDP van prensîbên sîyasî qebûl jî bike, em ne li gel wê yekê ne ku, li gel HDPyê ji bo tifaqa hilbijartinê hevdîtîn jî çêbibin, tifaq jî çêbibe.''

'GOTIN TIFAQ JI BER BAZARA PARLAMENTERIYÊ PÊK NEHAT'

Ji ber vê helwestê, HAKPARê di nav Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de cîh negirt. Lê ya balkêş ew bu ku, hîna Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ilan nekiribûn û hîna li gel HUDAPAR û HDPyê tu hevdîtin dest pê nebibû, HAKPARê û hinek şexsan, dest bi propagandayeke ji pîvanên dostanîyê dûr kiribûn û digotin ‘'Van partîyan, ji bo bazara parlamenterîyê dê bi HDPyê re hevdîtinan bikin. ' Piştî ku Navenda Giştî ya HDPyê û Mustafa Karasu û hevalên xwe nehiştin ev tifaqa hilbijartinê pêk bê, wan jî weke HAKPARê û hinek şexsan mesele berovajî kirin û gotin ‘'ji ber bazariya parlamenterîyê ev tifaq pêk nehat.'' Ma gelo ev tesaduf bû? Helbet na. Ew kes û alîyên ku ji hêz û potansîyel û sînerjîya Bloka Kurdî ya Hibijartinan ditirsîyan; ew alîyên dîtin ku bi vê fikir û sîyaseta Bloka Kurdî, dê navendeke nû ya Kurd û Kurdistanî çêbibe, bi şêweyên cuda cuda, bi propagandayên ne di rê de, li himber vî fikir û tifaqê derketin; hinekan jî rê li ber girtin.

'HUDA-PAR Û TIFAQA KURDISTANÎ Û HDPyê HELWESTEK ERÊNÎ NÎŞAN DA'

Hevdîtinên li gel HUDAPRê û HDPyê Pişti civîna çapemenîyê ya ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan di roja 2yê Gulanê de li dar xistibû, di eynî rojê de li Amedê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li gel HUDAPARê hevdîtinek pêk anî û nameyeke ku ji prensîbên sîyasî yên hilbijartinê pêk hatî radestî HUDAPARê kirin. HUDAPARê ji bo hevdîtinên di navbera HUDAPAR û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê helwesteke erênî nîşan da. HUDAPARê got ‘'Eve 10 roj in ku me daxwaza hevdîtinê li HDPyê kirîye, lê mixabin heta niha jî tu bersîv nedane me." Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, di roja 4ê Gulanê de, li gel HDPyê li Amedê hevditinek pêk anî û nameyeke ku ji prensîbên sîyasî yên hilbijartinê pêk hatî radestî HDPyê kirin. Piştî vê hevdîtinê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê di eynî rojê de, bi hev re civîneke çapemenîyê li dar xistin. Di vê civîna çapemenîyê de Hevseroka HDPyê rêzdar Pervîn Buldan got: ''Ev prensîbên sîyasî yên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bi nameyekê radestî me kirine, di bernameya me de jî hene û prensîbên me ne jî." Piştî vê daxuyanîya Rêzdar Pervîn Bûldan di navbera Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê de hevdîtinên ji bo tifaqa hilbijartinan dest pê kirin.

HDP JI TFAQÊ RE GOT, "EM JI BO TIFAQEQ BI HUDA-PARÊ RE NIHA NE AMADENE"

HDPyê ji Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan re got ‘'Em niha ne amade ne ku bi HUDAPARê re tifaqa hilbijartinê pêk bînin." Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan di roja 7ê gulanê de cara duyemîn seredana HUDAPARê kir. Di vê hevdîtinê de, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ev helwesta HDPyê gîhand wan. Lê HUDAPARê paşê ji bo serokomarîyê piştgirîya xwe ji bo Recep Tayip Erdogan aşkere kir û got emê bi navê xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Li gel vê helwestê, heta îro jî HUDAPARê bersîveke bi nivîskî nedaye wê nemaya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan. Ev jî tê wê wateyê ku, HUDAPAR ne amade bû li ser wan prensîbên sîyasî li gel Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan tifaqeke hilbijartinê pêk bîne. HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser deklerasyoneke 6 xalî li hev kirin. Hevdîtinên di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de, di destpêkê de baş dimeşîyan. Herdu alîyan li ser deklerasyoneke 6 xalî li hev kirin. Ev 6 xal ev in:

ŞEŞ XAL DI NAVBERA HERDU ALIYAN DE HATIN PEJIRANDIN

— Armanceke esasî ya vê tifaqê ew e ku em sîyaset û helwesteke ji bo bidestxistina maf û azadîyên netewî yên miletê Kurd pêk bînin. Bi vê hişmendîyê, daxwazên bingehîn yên tifaqa me yên ku emê ji bo pêk anîna wan bixebitin ev in: Mafê statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê, perwerdeya bi zimanê zikmakî, zimanê Kurdî divê weke zimanekî resmî bê qebûl kirin, qebûl kirina nasnameya Kurdan û di Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê de bicîh anîna van daxwazan.

— Miletê Kurd û gelên weke Ermenî, Asurî-Suryanî, Ereb, Mihelmî, Azerî û Tirkmenan; dîn û bawerîyên weke Elewî, Sûnnî, Êzidî, Xiristiyan, Mûsewî bi salan e tûşî neheqî û zextên mezin yên dewletê bûne.Tifaqa me, ji bo li Kurdistanê pêk anîna jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ya ji bo van hemû gel û olan, dê têbikoşe.
— Di pêvajoya dîrokî de hemû êş û mexdûrîyetên ku li Kurdistanê rûdane qedera me ya hevbeş e; hemû destkeftinên hatine bidestxistin jî şanazîyên me yên hevbeş in.

— Divê bi taybetî girtîyên nexweş û hemû girtîyên sîyasî bêne azad kirin. Divê dewlet ji bo ji holê rakirina mexdûrîyetên civakî gavên pêwîst bavêje.

— Sonda Parlamenterîyê li ser bingehê ku hebûna kêmnetewan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatîye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gel û alîyan bê sererastkirin.

— Tifaqa me li destkeftinên li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî derdikeve û li dijî şerê heyî, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û li dijî şîdetê derdikeve. Tifaqa me dibêje ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû alî bibin mixatabê dîyalogê. Piştî çend civînên hevbeş, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê li ser van 6 xalên deklerasyonê li hev kirin. Ev 6 xal zêdetir li ser pêşniyarîyên HDPyê hatibûn qebûl kirin. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê li hev kirin ku ev 6 xal di Danezana(Bîldîrge) Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û di ya HDPyê de jî cîh bigirin.

'ŞÎROVEYÊN KU TÊN GOTIN, BARÊ GIRAN DANE SER HDPÊ JI RASTIYÊ DÛR IN'

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan tu barekî giran li HDPyê bar nekirîye Hinek rewşenbîr û sîyasetvan dibêjin, ‘'Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, daxwazên

giran yên sîyasî daye ber HDPyê. Lê ev şîroveyên bi vî rengî ji rastîyê dûr in. Tiştekî din ya balkêş jî ev bû ku, HDPyê ji alîyekî ve xwe weke ‘'Partîyeke Tirkîyeyî'' pênase dikir; lê ji alîyê din ve jî navê vê deklerasyona ji 6 xalan pêk hatî jî weke ‘'Deklerasyona Kurdistanê ya Demokratîk a Hilbijartinan'' pêşniyar dikir. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan jî bi çend guhertinên biçûk ev pêşniyarîya HDPyê qebûl kirîye. Lê aşkere ye ku, ji alîyê HDPyê jî hinek kesan ji hevdîtina ewil ve, xwestin vê hewla tifaqa hilbijartinê bi ‘'bazarîya parlamenterîyê'' bifetisînin, biçûk bixin. Di hilbijartinên 2011 û 2015an de hinek kes û alîyên sîyasî, ji bo ku bikaribin bibin parlamenter, hemû nirx û fikir û sîyasetên xwe danîbûn alîyekî û di nav lîsteyên HDPyê de bibûn parlamenter.

'WEKÎ KU TIFAQA KURDISTANÎ LI SER PARLAMENTERIYÊ HATIYE AVAKIRIN NÎŞAN DAN'

Ji ber wê jî di her civînê de, hinek kesên di heyeta HDPyê de her digotin ‘'Ka hûn çend parlamenteran dixwazin''. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan jî ji heyeta HDPyê re digot: ‘'Ji bo me sê protokol girîng in: Protokola prensîbên sîyasî. Protokola prensîbên bi hev re xebatê yên ji bo hilbijartinan. Heta ku em li ser herdu protokolên ewil li hev nekin, emê li ser meseleya temsîlîyetê bi we re neaxivin''. Heyeta HDPyê carek-du caran hinek teklîf ji bo hêjmara parlamenterîyê anîn ziman, lê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan tu caran nekete nav bazarîyeke bi vî rengî.

Etîketan:
tifaq, partî, Mustafa Ozçelik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de