22:14 18 Hezîran 2018
Huda Par

HUDA-PARê daxuyannameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir

© Foto : Hurseda
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Serokê HUDA-PARê Mehmet Yavuz bilêv kir ku piştî hilbijartinên 24ê Pûşberê em guherîna Destûra Bingehîn dixwazin, daxwaza gel a herî mezin ev e, lê divê ji vesayet û îdeolojiyê hatibe pakijkirin.

Serokê HUDA-PARê Mehmet Yavuz li Navenda Çandê ya Kazliçeşmeyê bi beşdariya namzedên parlamenteriyê ve civînek li dar xist û daxuyannameya hilbijartinê ya partiya xwe bi raya giştî re parve kir. Yavuz di axaftina xwe de piştgriya dabûn referandûma 16 Nîsanê bi bîr xist û got piştî hilbijartina 24ê Pûşberê bo gelê me ya herî girîng destûra bingehîn e ku divê em yek nû çêbikin.

Di daxuyannameyê de hat gotin ku daxwaza piraniya gel ji nû ve amadekirina Destûra Bingehîn e, divê ji vesayetê û îdeolojiyê hatibe pakijkirin û sivîl be. Divê destpêka wê kin be, mafê mirovî û mafê azadiyan xurt bê bi cihkirin.

Etîketan:
huda-par, hilbijartin, Mehmet Yavuz, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de