22:31 18 Hezîran 2018
Leşker

Li Şirnexê pevçûn: Tîmekî taybet hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû

© AFP 2018 / STRINGER
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li Şirnexê di navbera endamên PKKê û hêzên ewlehî yên tirk de şer derket. Di encama pevçûnan de tîmekî taybet hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên berdest hêzên ewlehî yên tirk li herêma Bestler a Çiyayê Kaval de operasyoneke leşkerî li dar xist. Berê sibehê seet li derdora 04.00an di navbera herdu aliyan de şer derket. Di encama pêvçûnê de tîmê taybet ê bi navê Said Uslu û leşkerekî ku navê wî nehat zanîn jî birîndar bû.

Birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Şirnexê, lê digel hemû mudaxaleyan tîmê taybet Said Uslu canê xwe ji dest da. Cenazeyê Uslu bi merasîmek leşkerî şandin Tokatê.

Li gor agahiyan, piştî bûyerê li herêmê bi tevlîbûna helîkopteran operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Şîrketek dê li Mêrdîn û Şirnexê li petrolê bigere
Li Şirnexê wesayîta xwendekaran qeza kir, gelek kes birîndar bûn
Li Şirnexê du zarok bi avê de çûn
Li Şirnexê teqîn: Leşkerekî can da
Li Şirnexê pevçûn: 3 leşker hatin kuştin, yek jî brîndar e
Li Şirnexê wesayîteke leşkerên tirk qeza kir
Etîketan:
Li Şirnexê pevçûn, Şirnex, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de