04:22 22 Hezîran 2018
Muharrem Ince

Muharrem Ince piştî mitînga Amedê wê serdana Demirtaş bike

© REUTERS / Huseyin Aldemir
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince roja duşemê li qada Îstasyon a Amedê mitîngeke li dar dixe. Ince we serdana Başak Demirtaş jî bike.

Muharrem İnce
© REUTERS / Ümit Bektaş
Amadehiyên namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince bo mitînga Amedê ya qada îstasyonê dewam dikin. Ince piştî mitîngê wê serdana hevsera namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş jî bike.

Serokê CHPê yê Şaxa Amedê Mehmet Sayin di axaftina xwe de got: "Amadehiyên mitîngê dewam dikin. Li her derê em hemwelatiyan vedixwînin û broşoran belav dikin. Bi saziyên sivîl û civakî re jî hevdîtinan dikin. Bi hêsanî dikarim bêjim ku hatina Muharrem Ince ya Amedê kelecanek çêkir."

Mehmet Sayin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serdana Muharrem Ince ya Selahattin Demirtaş û peyvên wî yên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd kêfa hemwelatiyên herêmê anî û dê bandora wê li sindoqan jî bike."

Bi heman mijarî:

Ince: Divê meselaya kurd êdî bêyî xetên sor were nîqaşkirin
Ince: Heta teror neyê qedandin, çareseriya pirsgirêka kurd zehmet e
Muharrem Ince: Ez ê bi Esad re hevdîtinê pêk bînim
'Ince ji ber lîsteyên parlamenteriyê mitîngên xwe betal kirin'
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Etîketan:
HDP, CHP, Selahattin Demirtaş, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de