23:08 21 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Were A Haberê em SSKyê biaxivin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina bangî Erdogan kir û got: "Were televîzyona A Haberê ku nêzî we em meseleya SSKyê biaxivin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftinên xwe de gelek caran Serokê CHPê Kiliçdaroglu bi topavêtina SSKê tohmetbar dike. Li gor nûçeya Erdem Gulê rojnameya Cumhuriyetê Kiliçdaroglu bangî Erdogan kir û got: "Bila were beramberî min. Em li A Haberê rûnên û bila bangî rojnamevanên xwe jî bike û meseleya SSKyê biaxivin. Qelşa Ewlehiya Civakî çawa derket 34 milyara bila eşkere bikin. Di dema min de 2 milyar bû niha 34 milyar e."

Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di dema min de yên ku 5 hezar rojên wî hebû dikaribû teqawût bibe. Niha ev derketiye 7 hezar û 200 rojî. Çima meaşê kesên teqawûtbûyî kêm dibe rojên prim dayînê zêde dibe?"

Kiliçdaroglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Milyonek û 644 hezar teqawût kêmî hezar û 500 lîrayî meaş werdigrin. Naci Agbal got ‘meşaê herî kêm wê ji hezar û 570yî derkeve hezar û 670yî. Derew e. Di bernameya xwe ya pêşî ya televîzyonê de ezê vê derewê derxim holê. Bila Erdogan bersiva van pirsan bide û dev ji derewan berde."

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu: Di demokrasiyan de hisab dayîn namûs û rûmet e
Kiliçdaroglu rexne li Erdogan girt û cihê çareserkirina pirsa kurd nîşan da
Kiliçdaroglu: Telefonên me têne guhdarkirin
Kiliçdaroglu: Pir talûke ye ku artêş tevlî siyasetê bibe
Kiliçdaroglu û Akşener duşemê hevdîtinekê pêk tînin
Kiliçdaroglu: Dewlet bi rêxistina terorê re narûne, pirsa kurd li parlamenê çareser dibe
Etîketan:
AKP, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de