09:46 23 Hezîran 2018
Hewldana derbeya leşkerî - derbe

Wezîrê tirk: Planên nû yên derbe û suîqestê têne kirin

© AP Photo/ Emrah Gurel
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di axaftina xwe de ji bo endamên FETO got: "Yên ku têne girtin mikur tên û em fêr dibin ku planên nû dikin."

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di axaftina xwe ya televîzyona CNN Turkê de ji bo endamên FETO ku têne desteserkirin got: "Yên ku têne girtin mikur tên û em fêr dibin ku planan dikin. Em dizanin ji bo suîqest û derbeyê planên nû dikin, lê hêza wan ji vê re tuneye."

Suleyman Soylu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi taybetî li Balkanan pir bihêz in. Em hewl didin li derve lingê wê yê lojîstîkê çareser bikin. Qismek Ewropa ev himêz kirine. Derbe jî di nav de her tiştî dinirxînin. Serokê rêxistinê bi peyamên subliminal dixwaze endamên xwe li ser lingan bihêle."

Soylu di axaftina xwe de ragihand ku ev rêxistin pir diaxivin, lê kêm tiştan dikin û got: "Gelek çalekiyên rêxistinan ku hatine astebgkirin hene. Di tekoşîna dijî FETOyê de pir kesên ku 15ê Tîrmehê, bi rêya Bylock û telefonên ankesorî hatine girtin hene û pire van mikur tên. Em ji planên wan haydar in."

Bi heman mijarî:

'Yildirim, Soylu û Albayrak neketin lîsteyê'
'Telefona wezîrê tirk Soylu ji aliyê polîsên wî ve hatiye guhdarkirin'
‘Yildirim şaredariyê naxwaze, çavê Soylu, Bozdag û Albayrak li serokwezîriyê ye'
‘Albayrak û Soylu di telefonê de çawa şer kirine?'
Demirtaş ji doza Soylu beraat kir
Etîketan:
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê, Suleyman Soylu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de