22:20 18 Hezîran 2018
Ambûlans

Li Siwêregê malbat bi çekan çûn hev: Birîndar hene

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor zanyariyan du malbetên ku berberiya hev dikirin, li navçeya Riha Siwêregê bi çekan êrîşî hev kirin.

Hat ragihandin ku malbata bi paşnavên Lale û Kankiliç bi sedema danûstandina pereyan li Kolana Ataturk a Siwêregê bi hev ketine û piştre şerê wan veguheriye şerê çekdarî.

Di bûyera ku çek hatin bikaranîn de kesên bi navên; Ekrem Kankiliç, Ahmet Kankiliç û Şaban Lale birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Siwêregê.

Hêzên ewlekariyê ji bo girtina wan kesên tevlî pevçûnê bûne ketin nav liv û tevgerê.

Bi heman mijarî:

Li Çewlikê li dijî leşkeran êriş pêk hat: Leşkerekî can da û 3 jî birîndar bûn
Medya Alman ji futbolhezan xwest ku ji bo Kûpaya Dînyayê herin Rûsyayê
'Amerîkayê ji HSDê re bi 250 TIRan çekên giran şandin'
Buldan: Ev hilbijartineke çarenivîssaz e
Balafirên şer ên Tirkiyeyê deverên Akre û Amediyê bombebaran dikin
Etîketan:
Pevçûn, Tirkiye, Riha
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de