09:59 19 Hezîran 2018
Operasyon - Çiya

Li Çewlikê li dijî leşkeran êriş pêk hat: Leşkerekî can da û 3 jî birîndar bûn

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku endamê PKKê li navçeya Çewlikê ya Çêrmeyê li dijî wesayîteke leşkerî êrişek pêk anîne û di encama wê êrişê de leşkerî tirk can daye û 3 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên berdest li navçeya Çêrme ya Çewlikê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî wesayîteke leşkerî ya Qereqola Kabayelê ya artêşa tirk êrişek pêk anîn.

Di encama wê bûyerê de leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest day û 3 leşker jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku leşkerê mirî û yên birîndar rakirin nexweşxaneyê û tê gotin ku operasyon hêj didome.

Bi heman mijarî:

Li 25 herêmên Çewlikê qedexeya derketina derve hat ragihand
Li Çewlikê şer: Kuştî û birîndar hene
Leşkerê ku li Çewlikê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
jiyan, leşkerê tirk, operasyon, Tirkiyê, Çewlik
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de