06:00 21 Hezîran 2018
Anket

Hilbijartinên Tirkiyeyê: Amarên vê anketê xewê diherimînin!

© Foto : Arşiv
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Bi nêzbûna hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê yên 24ê Hezîranê re, her roj amarên nû yên encamên lêkolînan jî têne belavkirin. Li gor anketa kompaniya PIARê ya dawî desthilatdariya Tirkiyeyê bi timî diguhere.

Kompaniya rapirsînan PIARê encamên dawî yên li ser hilbijartinên Tirkiyeyê belav kirin.

Li gor encaman Tifaqa Cumhur a bi pêşengiya AK Partiyê 42.1%ê dengan, Tifaqa Milet a CHP pêşengiya wê dike jî 43.1%ê dengan distîne. HDPya derveyî tifaqan maye jî li gor amarên PIARê 14.1%ê dengan distîne û bi ser benda 11%î dikeve.

Li ser pirsa hilbijartinên serokomariyê yên tûra yekemîn jî 39.7%ê beşdaran gotiye ku ew dengên xwe didin Erdogan. 26%ê beşdaran gotiye Muharrem Înce, 21.2%ê wan gotiye Meral Akşener, 11.1%ê beşdaran gotiye Selahattîn Demirtaş û 1.8ê beşdarên anketê jî gotine ew dê dengê xwe bidin Temel Karamollaoglu.

Li gor van encaman di gera duyemîn a hilbijartinan de serokomar tê hilbijartin ku ew jî bêyî wergirtina dengên kurdan nepêkan xuya dike.
Hêjayî gotinê ye, cara yekemîn di lêkolîneke hilbijartinên 24ê Hezîranê de rêjeya dengên partiya deshilatdar AKP û namzedê wê Recep Tayyîp Erdogan wisa kêm tên nîşandan.

 

Bi heman mijarî:

YSKê biryara dawî da: Demirtaş dê li girtîgehê ji TRTê re biaxive
Buldan: Ev hilbijartineke çarenivîssaz e
Îsraîlê mudaxeleyî xwenîşandêrên li Xezeyê kir: 4 kes mirin û bêtirî 400 kesî birîndar bûn
‘Ev 21 sal e bi hêviya ku hûnê rojekê werin li kıtêbên zarokan bipirsin ez sekinîme'
Çînê yekem ‘nîşaneya dostaniyê' da Pûtînî
Etîketan:
24 Hezîran, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de