22:24 18 Hezîran 2018
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan

Buldan: Ev hilbijartineke çarenivîssaz e

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)
0 0 0

Hevseroka HDPê Pervin Buldan li Qereyaziyê got, "Em bi israr dibêjin ku pêwist e dev ji van polîtîkayên şer bê berdan."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Buldan li Qereyaziya Erziromê tev li mîtînga partiya xwe bû.

Buldanê bal kişande ser giringiya hilbijartinên 24ê Hezîranê ya Serokomariyê û Hilbijartinên serdema 27emîn a parlementeriyê û da zanîn ku hewl tê dayîn ku kesên ku dengê xwe bidin HDPê asteng bikin.

Buldan, "Li rê û rêbazan digerin bê çawa dikarin partiya ho ji bo aştî, azadî û wekheviyê ketiyê tê asteng bikin."
Bûldanê amaje kir ku ew dê bersiva kesên ku hewla astengiyan didin di 24ê Hezîranê de bidin. Buldan wiha dewam kir:

‘AKP DIÇE, 24Ê HEZÎRANÊ DEMA WÊ YA DAWÎ YE'

"Ev hilbijartin dê ji bo me çarenivîssaz e. Ji bo ku rêjeya dengên xwe zêde bikin li rê û rêbazên nû digerin. Em bi taybetî bang dikin ku dev ji polîtîkayên şer û pevçûnê berdin. Em dê aştiyê, edaletê û mafê mirovan bînine vî welatî. Çimkî AKP diçe, 24ê Hezîranê dema wê ya dawî ye. Bila ti kes guman neke, bila ti kes reşbîn nebe:"
Buldan piştî Qereyaziyê derbasî navçeya Xinisê bû.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)

Bi heman mijarî:

Buldan: Em ê li Stenbol 2 milyon dengan bistînin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Buldan: Tu kurdek jî deng nade Akşenerê
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e
Hevseroka HDPê Buldan bû sergovend
Etîketan:
Hilbijartin, Pervin Buldan, Erzirom, Qereyazî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de