22:11 18 Hezîran 2018
Nisêbîn piştî rakirina qedexeyê

The Economist: Di 24ê Hezîranê de navçeyên wekî Nisêbînê dikare qedera welêt diyar bike

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Kovara The Economistê nivîseke bi sernavê "Serokekî kurd ê di girtîgehê de dibe bandorê li hilbijartinên Tirkiyeyê bike" weşand û têde hat gotin, "Navçeyên wekî Nisêbînê dikare qedera tevahiya welêt diyar bike û bi rêjeyeke mezin girêdayî dengên kurdan e ku mixalefet piraniya parlamentoyê ji AKPê û serokomariyê jî ji Tayyip Erdogan bistîne."

Kovara îngilîz The Economistê Di nivîsê de di warê Nisêbînê de hat diyarkirin ku li navçeyê di nav kavilan de apartmanên nû tên bilindkirin û hat gotin, "hikumet ji bo beton li ser wan kavilan birijîne, çi destê wê dike."

Kovarê bal kişand ser şerê li Nisêbînê yê di navbera leşkerên tirk û endamên YPSê de qewimî û ev tişt gotin, "Di dema dorpêçkirina Nisêbînê de 6 hezar avahiyên ku ji pareke ji sê paren navçeyê pêk tîne, bi helîkopter û tankan hatin xirabkirin û mirob hêj jî dikare li hinek kolanan kavilan bibine." Di nivîsê de hat ragihandin ku hêj meha borî karkerên li wir termek dît û hat derbirîn ku her çiqas şer bi dawî bûbe jî, tirs berdewam dike.
Kovara îngilîz di nivîsê de wisa berdewam kir:

"Hejmara kurdên li Tirkiyeyê 15 milyon e. Meyla kurdên sekuler ew e ku dengê xwe bidin HDPya ku hinek çepgir û liberal piştgiriyê didinê. Li herêmên din, piraniya zarok û neviyên gundiyên ku di şerê salên 1980 û 1990î de ji cihên xwe hatine koçkirin, asîmîleyê ser çanda tirkî bûne û gelek caran dengê xwe didin AKPê, hinek kurdên dîndar jî wisa ne. Divê HDP benda ji sedî 10î derbas bike û ger wisa nebe AKPya Erdogan wê dîsa demeke dirêj piraniya di destê xwe de biparêze."

Bi heman mijarî:

Li Nisêbîn û Şirnexê 5 cenaze hatin dîtin
Ji ber operasyonan rêya Nisêbîn û Midyadê 3 roj in girtiye
Li Nisêbînê zarokekî ji ber teqîna bombeye canê xwe ji dest da
Li Nisêbînê peykera sembola Newrozê hat hilweşandin
Li Nisêbînê bi rakirina qedexeyê re 6 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
Kovara The Economist, Nisêbîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de