22:30 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş berisva pirsên Twitterê da

© AFP 2018 / OZAN KÖSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê HDPê yê serokkomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva pirsyaran d. Demirtaş ji bo pirsyareke derbarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî de wiha got, "Erdogan kî ye? Nehat bîra min."

Demirtaşê ku li girtîgeha Edirneyê ye, xebata xwe ya hilbijartinê di ser medyaya civakî re berdewam dike. Demirtaşî ji hesabê xwe yê Twitterê bersiva pirsyaran da.

Namzedê HDPê li ser pirsyareke têkilîdîarî îsrara Serokê Partiya Tevgera Neteweperest(MHP) Devlet Bahçeli ya efûyê, wiha got, "Wiha texmîn dikim ku dê efû û îdamê bi hev re derxin. Piştî girtiyan bi dar vekin, herhal dê wan efû bikin."

Hinek bersivên Demirtaşî yên berbiçav wiha bûn:

"Hûn dizanin ku Erdogan herî zêde pesnê xwe bi wê yekê dide ku êdî kurd dikarin di girtîgehan de bi zimanê xwe biaxivin. Wiha difikire, eger hemû kurdan têxe girtîgehê, ew kêşe dê ji ber xwe ve çareser bibe. Ji aliyê mentiqê ve rast e lê ji aliyê exlaqî ve, şaş e ha.

​Li ser pirsyara, eger di tûra duyem de, navekî din bimîne hûn ê çawa nêzîkî wî namzedê dijberiyê bibin. Demirtaş wiha got: Em ê binerin bê çawa nêzîkî prensîpên em ji aliyê siberoja welat û civakê ve diparêzin dibe û li gorî wê biryarê bidin. Spas, silav…

​Demirtaş li ser ihtimala darizandina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wiha bersiv da: Edalet pêvajoyek e ku rasterast têkilîdîar hêzê ye, bir3ez Mervan. Hêza we tine be, edalet jî ji we re tine. Gava(kesen) çewisandî bi ser kevin, edalet jî dê wê çaxê dest pê bike ku ji bo çewisandiyan bixebite. Ez bawer dikim ku ew roj nêzîk in. Silav ji bo hemû dostan re, hezkirin.

​Herwiha Demirtaş ji bo çareserkirina pirsa kurdî jî wiha got: Hîn bêtir demokrasî, em ê ji bo her kesî bi demokrasiyê aşitiyê bikin çareseriyeke mayinde. Em ê piştgiriyê bidin pêvajoya avakirina destûreke nû û azadîxwaz. Em ê bi gotûbêjan dabîn bikin ku çek heta heta bêdeng bibin. Em ê gavên wiha biavêjin ku mafên bingehîn ên kurdan li gel perspektîva pêkvejiyanê xurt bikin.

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Xweda Bahçeli efû bike, hindik ma ew û Erdogan şer bikin
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Demirtaş: Em ê benda hilbijartinê derbas bikin
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
Demirtaş: Em dê her dibistaneke li welêt veguherînine hêlîneke zanistê û hezê
Partiyeke din dê piştgiriyê bide Demirtaş û HDPê
Hevserokên HDPê li Edîrneyê ne: Nehiştin em Demirtaş bibînin
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Demirtaş bo sansura medyayê: Em heqê xwe helal nakin
Etîketan:
HDP, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de