20:31 20 Hezîran 2018
ALA HDPÊ-hdp

Hevserok jî di nav de gelek endamên HDPê hat desteserkirin

© Sputnik / HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li bajarê Elezîza Tirkiyeyê lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriya komariyê ve hat meşandin de, hevserokên navçeya Aricak û Kovancilarê jî di nav de gelek endamên HDPê hatin desteserkirin.

Lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriya komariyê ya bajarê Elezîzê ve hat meşandin de bi hinceta ku piştgirî û propagandaya rêxistinê kirine, ekîbên girêdayî Fermandariya Cendermeyan serê sibehê li navçeyên navendî bi ser navnîşanên hin malan de girtin û operasyon li dar xistin.

Li gor nûçeya DHAyê piştî operasyonê, hevserokên navçeya Aricak û Kovancilarê yên HDPê jî di nav de bi tevahî 25 kes hatin binçavkirin. Lêpirsîna kesên hatin desteserkirin li Fermandariya Cendermeyan didome.

Bi heman mijarî:

Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Li gor anketa SONARê Ince 10 pûan zêde kiriye û HDP bendê debas dike
Ciwanên ku li dîwaran ‘ketil' nîgar kirin û ‘hêvî' û ‘HDP' nivîsandin, hatin girtin
HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
Etîketan:
desteserkirin, lêpirsîn, operasyon, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de