04:18 22 Hezîran 2018
AKP / Ala AKPê / Hilbijartin

Prof. Turgay: Kesên didin pey wan an tirşikçî an jî bê mijî ne

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 11

Îlahiyatnas û namzedê HDPê yê Îzmîrê Prof. Dr. Nurettin Turgay mijara tifaq û kêmbûna dengê AKP-MHPê, namzedên çepgir ên HDPê û pirsgirêka bendê ya HDPê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Îlahiyatnas û namzedê HDPê yê Îzmîrê Prof. Dr. Nurettin Turgay ji bo rexneyên ku çima kesên çepgir di nava HDPê de dibin namzed got: "Ev kesên ku li dijî derdikevin çima xweditiyê lê nakin. Di nava doz û meseleyên siyasî de ev tiştekî ji rêzê ye. Gelek kurdên bawermend ji min re dibêjin ma çi karê te li wir heye. Pir zor û zahmetî li ser kurdan heye. Ma dengê kurdan derdikeve, kes dengê wan dibihîze. Na. Ev çepgir îro piştgiriya me dikin. Dema ku mirov doza mafê xwe bike, kesekî yûnan an jî rûsî piştgirî bide, mirov pê kêfxweş dibe. Bi awayekî eşkere li ber çawan e ku bêheqiyeke çawa mezin li kurdan dikin. Bê cudahî ev zilm li hemû kesî tê kirin. Tiştê xerîb bi navê dîn dikin û kurdên oldar deng nakin. Ez li ser navê van fêdî dikim.

‘KURDÊN BI RÛMET DIVÊ DENG NEDIN KESÊN DIN'

Namzedê HDPê yê Îzmîrê Prof. Dr. Nurettin Turgay tifaqa AKP-MHPê nirxand û ji bo kêmbûna dengên wê li bajarên kurdan got: "Wiha bêjim rûmet bi kurdan re hebe divê dengê xwe nedin vê tifaqê. Sebeba vê jî ev e. Me hemûyan dît û bihîst ku tîmên taybet bi ser kîjan gundî de girtin dest avêtin namûsa kurdan, gund şewitandin û ji ber koçberiyê di metropolan de perîşan bûn. Îro van dişîne meclisê, ev nêrîn ma ne ya MHPê ye. Qet bi çavê biratî û însaniyetê li kurdan nanêrin. Yanî dengdayîna AKPê dengdayîna MHPê ye û ez bi raya xwe wan dişînim meclisê."

‘DENGDAYÎNA AKPÊ ŞANDINA PARLAMENTOYÊ YA DESTICI Û BAHÇELI YE'

Prof. Dr. Nurettin Turgay di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dixwazim mînakekê bidim ku were gotin. Serokê BBP Mustafa Destici ku li Tirkiyeyê ji sedî 1 jî dengê wî tuneye ji lîsteya AKPê li Enqereyê bû namzed. Wî şexsî çend roj berê got ‘ divê HDP were girtin'. HDP ji sedî 9.9an bistîne nikare, lê kesekî wiha bê benda hilbijartinê di nava lîsteya AKPê de wê here meclisê. Çawa kurdek rabe û dengê xwe bide wî. Ez li ser navê xwe dibêjim eger ez dengê xwe bidim wî bi qurbana keran bim. Divê carinan em jî serê xwe têxin nava destê xwe û bifikirin. Yên wek Destici derdikeve dibêjin ‘divê HDP were girtin' û ti carî hebûna kurdan qebûl nakin. Divê li welatê kurdan ne jin û ne jî mêrên kurd divê dengên xwe nedin AKPê. Dengdayîna AKPê dengdayîna Mustafa Destici û Devlet Bahçeli ye. Ma ne he duh bo Bahçeli got ‘kevir li ser kevir û seriyan li ser bedenan nehêlin' û wek wî jî bû."

'KESÊN DIDIN PEY WAN AN TIRŞIKÇÎ AN JÎ BÊ MIJÎ NE'

Nurettin Turgay di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev Bahçeli niha heman tiştî ji bo Qendîlê jî dibêje. Di encamê de em li hîvê jî li kurdbûna xwe mikur werin û li beramberî wan bisekinin ê werin me bişewitînin û ji hev belawela bikin. Dîsa dibêjim dengdana AKPê dengdana Bahçeli ye. Çimkî MHP nikare bi serê xwe têkeve meclisê. Ji sedî 3-4 dengên wî mane û jixwe ne mimkin e zêdetir dengan wergire. Li mala xwe rûniştiye, lingê xwe avêtine ser hev û sibê wê bi dengên kurdan here meclisê. Wê bi dengên kurdan here meclisê ku xeberan ji kurdan re bike. Ji aliyekî ve jî dibêjim çi were serê kurdan heq dikin, ji bo ku didin pey kesên wiha. Bila gazina me ji kesî tunebe ji me hebe. Ez pir aciz dibim ku kurd dengên xwe didin van. Dubare dubare dibejim, kesên ku didin pey wan an bê mijî an jî tirşikvan in."

‘MEXDURIYETA KURDAN DILÊ GELEK KESEN XWEDÎ BI WIJDAN DIÊŞÎNE'

Turgay di axaftina xwe de ragihand ku ez bawer dikim em ê bendavê derbas bikin û got: "Ez namzedê Îzmîrê me. Dibînim kesên esil tirk dengên xwe didin me. Wê rojê ji bo xebata hilbijartinê em çûne herêma Karaburunê. Li wir kesekî ku digot ‘ez mahcir im û leqeya min jî bi dîn tuneye, lê ez ê dengê xwe bidim HDPê'. Bi sedema ku kurd mexdûr in dibêjin em ê dengên xwe bidin kurdan. Ne yek û ne du heta niha rastî gelek kesan hatime. Dîsa carekê li Konaka Îzmîrê me stand vekiribû û broşur belav dikirin. Min dît jineke jixwe hezkirî û sosyete derbas bû, rahişte broşureke xwend û ji çenteyê xwe pere deranîn û dirêjî min kir. Min got em bê pere wan broşuran belav dikin. Jina tirk got ‘ez dixwazim alîkariyeke aborî bidim we.' Min jê re got em li vir pereyan nagrin, eger tu bixwaze alîkariyê bike here partiyê. Jinikê got ‘ ez bi eslê xwe tirk im û li bajarê Îzmîrê hatime dine, ji bo mexduriyeta kurdan dixwazim alîkariyekê bikim.'Ev titekî însanî ye û gelek kesên wiha ku bi mexduriyeta kurdan dizanin hene."

MELÊ KURD: TI ELEQEYA VAN BI QURAN Û ÎSLAMÊ RÊ TUNE YE

Akademîsyenê kurd di dawiya axaftina xwe de got: "Îro 50-60 milyon kurd li ser rûyê dinyayê perişan in. AKP, MHP û hevalên wan bi her cureyê xirabiyê bi tank, top, pere û leşkerî zilmê li me dikin û ev hemû jî vê zilmê bi navê dîn û Qurana pîroz dikin. Qet cihê vê e di Quran û Îslamê de tuneye. Eger min Quran nizanîbûna dibû min Îslam biterikandana. Başe min dînê xwe ji Quranê nas kir ku rêya Quranê rêya Xwedê ye. Ti eleqeya van û rêya Quranê bi hev tune ye. Secdaya xwe li ser xwîna kurd û tirkan datînin û dibêjin em ê nimêj bikin. Ev rê ne rêya Quran û Îslamê ye."

Bi heman mijarî:

Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Li gor anketa SONARê Ince 10 pûan zêde kiriye û HDP bendê debas dike
Ciwanên ku li dîwaran ‘ketil' nîgar kirin û ‘hêvî' û ‘HDP' nivîsandin, hatin girtin
HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
Etîketan:
MHP, AKP, HDP, Nurettin Turgay, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de