22:52 21 Hezîran 2018
Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye

8 saziyên navneteweyî dê çavdêriya hilbijartina 24ê Hezîranê bikin

© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo çavdêriya hilbijartina 24ê Hezîranê ya parlamenterî û serokomariyê 8 saziyên navneteweyî akredite kirin.

Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye
© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Li gor zanyariyên ku ji berpirsên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hatine wergirtin, 8 saziyên navneteweyî ji bo akreditasyona çavdêriya 24ê Hezîranê serî li YSKê dane û piştî lêkolînê serlêdana hemû saziyên navneteweyî hatiye qebûlkirin.

Saziyên ku wê li Tirkiyeyê çavdêriya hilbijartina 24ê Hezîranê bikin ev in: Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGIT), Asambleya Parlamenter a Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGITPA), Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM), Asambleya Parlamenterên Deryaya Spî (APA), Asambleya Parlamenterên Hevkariya Ekonomîk a Deryaya Reş (KEIPA), Asambleya Parlamenterên ku Zimanê Tirkî Diaxivin (TURKPA) Konseya Hevkariya Welatên bi Zimanê Tirkî Diaxivin û Rêxistina Hevkariya Şengayê (ŞIO).

Saziyên çavdêr roja dengdanê wê bikaribin hemû pevajoyên dengdan, jimartin û qeydiyan bişopînin û paşî dê wek raportê amade bikin.

Bi heman mijarî:

PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Şerşêwirmendê Erdogan: Dê hilbijartin dûbare bibe
Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin
Li Kolombiyayê îro hilbijartin tên lidarxistin
‘Dibe ku li Tirkiyeyê carek din hilbijartin neyên lidarxistin'
'Ez bêm hilbijartin, ez ê Esadî vexwînim Enqereyê'
Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
Etîketan:
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de