03:08 18 Hezîran 2018
Polîs, serdegirtin, binçavkirin

Ji ber parvekirinên medyaya civakî gelek kes hatin binçavkirin

© REUTERS / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li bajarê Adanayê ya Tirkiyeyê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî, tîmên taybet avêtin ser gelek malan, di encama operasyonan de 15 kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin, li bajarê Adanayê 15 hemwelatî bi hinceta ku li ser medyaya civakî heqaret li Serokomar Recep Tayyip Erdogan kirine û bi îdaiya ku pesnê PKKê dane, polîsan bi ser hin malan de girtin.

​Di operasyona tîmên tevgera taybet de, ji ber parvekirina hin tweetan deriye malan bi zorê vekirin. Herwiha di encama operasyonan de 15 hemwelatî hatin desteserkirin.

Kesên hatin binçavkirin bo lêpirsînê birin Miduriyeta Ewlekariyê.

Bi heman mijarî:

Artêşê li sînor operasyon li dar xist: 6 milîtan hatin kuştin
Li hemberî rêxistinê operasyon: 27 kuştî
Li giştiye Tirkiyeyê operasyon, gellek kes hatin desteserkirin
Etîketan:
tweet, heqaret, binçavkirin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de