03:12 18 Hezîran 2018
Erdogan Demiroren

Demirorenê ku Dogan Medya kirîbû, mir

demiroren.com.tr
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Damezirîner û Serokê Rêveberiya Holdînga Demirorenê Erdogan Demiroren jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ragihandina T24ê Erdogan Demirorenê 79 salî, ev demeke dirêj bû ji ber nexweşiya xwe dihat tedawîkirin. Demiroren herî dawiyê bi kirîna Dogan Medyayê hatibû rojevê. Erdogan Demiroren, bavê Yildirim Demirorenê bû, ku serokatiya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê û serokatiya tîma fitbolê ya Beşiktaşê kiribû.

Holdinga Demirorenê di warê enerjiya xazê de xwediyê gelek şîrketan e. Erdogan Demiroren bavê 3 zarokan bû.

Ji aliyê din ve balkêş e ku nûçeya mirina Erdogan Demiroren di malperên rojnameyên Milliyet û Hurriyetê de, ku yên wî ne, cih negirt.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de