09:49 23 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu: Me dagirkirina Kirimê nas nekir û em ê nas nekin

© REUTERS / Muhammad Hamed
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew her tim yekrêziya sînor û axa Ûkraynayê diparêzin û piştgiriyê didin serweriya Ûkraynayê. Çavuşoglu got, "Me dagirkirina Kirimê nas nekir û emê nas nekin."

Çavuşoglu beşdarî bernameya fitarê ya ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Pavel Klimkin, serokê tirkên tatar ên Kirimê û parlamentere Ûkraynayê Mustafa Abdulcemil Kirimoglu û Komeleya Çand û Alîkariyê ya Tirkên Kirimê bû.

Mevlut Çavuşoglu div ê bernameyê de axivî û destnîşan kir ku Tirkiye bi hemû sazî û dezgehên xwe ligel xelkê Kirimê ye. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ev tişt anîn ziman, "Tirkiye, li kuderê dibin bila bin, her tim ligel tatarên Kirimê bû. Em ê ji îro pêve jî ligel tatarên Kirimê bin. Me ti caran doza Kirimê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin jî. Me dagirkirina Kirimê nas nekir û em ê nas nekin."

Çavuşoglu parast ku hinek welatên rojavayî û ewropayî Kirimê ji bîr dikin êdî û got, "Em vî tiştî tînin bîra wan. Ger hûn îro Kirimê ji bîr bikin, sibehê tiştek were sere Ûkraynayê hûn berpirsyar in."

Wezîrê tirk herwisa ragihand ku ew ê ji bo îstiqrara Ûkraynayê xebatên xwe bidomînin.

Bi heman mijarî:

Haley: Mûeyîdeyên Amerîkayê hetanî Rûsya ji Ukrayna û Kirimê venekişe wê dewam bikin
Simonyan: Divê em welatên ku pênaseyê li Kirimê dikin rizgar bikin
Nûnerên Xanedana Romanov dê li Pira Kirimê bigerin
Parlamenterê ûkraynî jinavbirina Pira Kirimê pêşniyar kir
Rûsya li Kirimê wê lêkolînên rezervên xazê bike
‘Komek cudaxwaz a tundraw li Kirimê deşîfre bû'
Etîketan:
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de