01:22 18 Hezîran 2018
Bulent Tezcan

Tezcan: Hikûmet her meh hezar û 250 lîra dide penaberên suriyeyî

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan di axaftina xwe de ragihand ku hikûmet her meh hezar û 250 lîra dide penaberên sûriyeyî.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan li Kilisê di axaftina xwe ya bernameya fitarê bo muxtaran de got: "Dema ji bo penaberên sûriyeyî deriyên sînor hatin vekirin, divê em li hemwelatiyên xwe jî bifikirin, em nehêlin rastî bêheqiyê were û bergirî girtin wezîfeya hikûmetê ye."

Bulent Tezcan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku em ê her mel hezar lîrayî razînin hisabê bankê yê feqîran û got: "Hetanî ji feqiriyê xelas bibe em ê vî pereyî bidin. Dibêjin ma hûnê çawa bidin? Em ê bidin bire min. Hikûmet her meh hezar û 250 lîra dide penaberên sûriyeyî, maç ima em nikaribin hezar lîrayî bidin feqîrên xwe."

Tezcan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Kesên ku ji welatên xwe derbûne wek millet wezîfeya me ye em deriyên xwe vekin. Lê piştî mahzuvaniyê divê em bikaribin wan însana bişînin welatê wan."

Bi heman mijarî:

Rêveberê CHPê eşkere kir: Gelo dê CHP piştgiriya HDPê bike?
CHP: Tekane daxwaza me dabînkirina ewlehiya hilbijartinê ye, ne paşxistina hilbijartinê
CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin
Lîsteya CHP ya namzetên parlementeriyê diyar bû
CHP ji sê milan dadikeve sehayê
CHP roja înê namzedê xwe diyar dike
Etîketan:
CHP, Bulent Tezcan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de