09:42 19 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan cara yekem got: Em ê êrîşî Mexmûrê bikin

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)
0 02

Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê AKPê yê Serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya hevpar a televizyonên CNN Turk û Kanal Dyê bû û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Erdogan ji bo operasyonên ser PKKê yên derveyî sînoran got, "Du aliyên vê hene helbet. Qendîl heye, Şingal heye. Heger Bexda bêje, ‘ez dikarim çareser bikim, pir baş e' lê heke neke, em ê li Qendîlê jî bidin li Şingalê jî bidin. Li vir cara ewil dibêjim, Mexmûr pir girîng e. Neteweyên Yekbûyî (NY) çi gotiye ne li bala me ye. Divê çareser bikin. Em bi Bankî Moon re pir axivîn, em ê dîsa jî biaxivin. Heke hûn çareser nekin em ê lêdin. Hûn dibêjin Qendîl ji ku tê xwedîkirin? Ji Mexmûrê. A rast Şingal jî Qendîleke biçûk e."

‘DIBE KU PIŞTÎ HILBIJARTINÊ OHAL BÊ RAKIRIN'

Erdogan di nav axaftina xwe de, li ser FETOyê got, ‘em red nakin ku di dema me de mezin bûye' û li ser rêveberina welat bi rêbaza Rewşa Awarte (OHAL) jî da xuyakirin, "Dibe em piştî hilbijartinan OHALê deynin ser masê, ji nû ve binirxînin û rabikin."

ERDOGAN: BEND NEMAYE, EV PIRSGIRÊKA HDPÊ YE

Erdogan li ser pirsa benda hilbijartinê ya sedî 10 ku li ber HDPê ye jî wiha axivî: "Bend mend nemaye. Bi tifaqên hilbijartinê ji holê rabûye… Li vir tenê ji ber ku HDP li derveyî tifaqan maye, dibe bendê derbas bike yan jî neke. Ev pirsgirêka wan e."

‘TIRKIYE TENÊ NE YA KURDAN E'

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, li ser mijara pirsa kurd jî diyar kir ku wî di sala 2005an de lyi Amedê gotiye, "Ger ev pirsgirêk be, ev pirsgirêka min e". Tirkiye tenê ne ya kurdan e. Pirsgirêka tirk û boşnakan jî heye. Niha pirsgirêka terorê heye. Pirsgirêka bingehîn jî PKK ye. Heta pirsgirêka terorê bê asta sifirê, heta dawiyê em ê têkoşînê bidin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)

Bi heman mijarî:

Li Efrînê mala mele talan kirin, pirtûk û destxetên wî şewitandin
Rêveberê CHPê eşkere kir: Gelo dê CHP piştgiriya HDPê bike?
Balafirên şer gundên quntara Çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan
Encamên du rapirsînên dawî hatin eşkerekirin: Kîjan partî û namzed çiqas deng distîne?
Bernameya TRTê ya Demirtaş diyar bû: Dikare zindî jî biaxive
YE: Em li bendê ne ku Tirkiyê di mijara serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje
Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn
Etîketan:
Mexmûr, Erdogan, HDP, PKK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de