22:19 18 Hezîran 2018
CHP mitingi

Rêveberê CHPê eşkere kir: Gelo dê CHP piştgiriya HDPê bike?

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)
0 0 0

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) a Tirkiyeyê Bulent Tezcan li bajarê Semsûrê bersiv da pirsa ‘Gelo dê CHP ji bo derbaskirina benda hilbijartinê piştgiriyê bide HDPê?’.

Bulent Teczan li ser îdiayên ku dê CHP piştgiriyê bide HDPê got, "CHP ne partiyeke dezgeha xêrxwazî ye. Dixwaze bibe partiya deshilatdar û ti dengên wan ên bi emanetî bidin partiyeke din nînin."

Tezcan di berdewamê de jî diyar kir, "Em li pey wê yekê ne ku zêdetir parlamentaran bişînin parlamentoyê. Lewma jî ti dengên em emanet bidin tune ne ku divê bê zanîn, em ne partiyeke dezgeha xêrxwaziyê ne. Herwiha ez difikirim ku ti pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê jî nîne."

Bulent Tezcan herwiha ji ber operasyonên Qendîlê yên vê dawiyê rexne li partiya deshilatdar AK Partiyê jî girt ku ‘Têkoşîna dijî terorê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar tîne."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)

Bi heman mijarî:

Balafirên şer gundên quntara Çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan
Encamên du rapirsînên dawî hatin eşkerekirin: Kîjan partî û namzed çiqas deng distîne?
YE: Em li bendê ne ku Tirkiyê di mijara serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje
Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn
Demirtaş ji wênesaza piçûk a ku wêneyê wî çêkiriye re spas kir
Etîketan:
Hilbijartin, HDP, CHP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de