09:46 23 Hezîran 2018
Hilbiijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyeyê - Sindoq - Dengdan

Encamên du rapirsînên dawî hatin eşkerekirin: Kîjan partî û namzed çiqas deng distîne?

© REUTERS / Hannibal Hanschke
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)
0 0 0

Kompaniya rapirsînan a Gezici encamên rapirsîna xwe ya dawî li ser encamên hilbijartinên 24ê Hezîranê eşkere kir. Li gor encaman, di gera yekemîn de ti namzedek di hilbijartina serokomariyê de bi ser nakeve û di dengdana parlamentoyê de jî AK Partî û Tifaqa Cumhur di piraniyê di parlamentoyê de ji dest dide.

Li gor encamên rapirsînê di gera yekem a hilbijartina serokomariyê de; 48.7 ji sedê dengdêran dengê xwe didin Erdogan, 25.8% dengên xwe didin namzedê CHPê Muharrem Înce, 14.4% namzeda İyi Partî Meral Akşener û 10.1%ê ji sedê dengdêran jî dengê xwe didin namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku niha li bajarê Edirne di girtîgehê de ye

DI NAVBERA HERDU TIFAQÊN HILBIJARTINÊ DE 10 PÛAN HENE

Ji bo hilbijartina parlamentoyê ku heman roja 24ê Hezîranê birêve diçe jî encamên rapirsîna Geziciyê wiha derketine: Tifaqa Cumhur a AKP û MHPê 48.7ê dengdan, Tifaqa Millet a CHP, İyi Partî, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat 38.9%ê dengan distîne.

HDP BENDA HILBIJARTINÊ DERBAS DIKE

Herwiha HDP jî benda hilbijartinan a 10%î derbas dibe û li gor encamên vê rapirsînê 11.5%ê dengan distîne.

ENCAMÊN RAPIRSÎNEKE DIN A DAWÎ JÎ WIHA NE:

Herwiha li gor lêkolîna kompaniyeke din a rapirsînan Remresê jî Tifa Cumhur 44.2%, Tifqa Milet 44% û HDP jî 11,5%ê dengdan distîne.

Di hilbijartina serokomariyê de jî Recep Tayyip Erdoğan: 35.9%, Muharrem İnce: 22.3%, Meral Akşener: 14.5% û
Selahattin Demirtaş: 9.8%ê dengan distîne ku di gera duyemîn de serokomar tê diyarkirin.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)

Bi heman mijarî:

Bernameya TRTê ya Demirtaş diyar bû: Dikare zindî jî biaxive
YE: Em li bendê ne ku Tirkiyê di mijara serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje
Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn
PDK û YNKê betalkirina dengdana taybet a hilbijartinê red kirin
Demên axaftinên bangeşeyê ya namzedên serokomariyê diyar bûn
Gazprom: Şandina gazê bo Tirkiyeyê di ser Herika Tirkî re dê sala 2019an dest pê bike
Etîketan:
Gezici, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de