09:52 19 Hezîran 2018
HDP-Partiya Demokratîk a Gelan

Bernameya TRTê ya Demirtaş diyar bû: Dikare zindî jî biaxive

© Sputnik / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Piştî ku di encama pişkê de rojên beşdariya namzedên serokomariya Tirkiyeyê ya propagandaya hilbijartinê ya di televizyona dewletê TRTê de diyar bûn, bernameya çûyîna namzedê HDPê Selahattîn Demirtaş a Enqerê hat eşkerekirin.

Li gor biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê namzedên serokomariyê bi şertê ku 15 deqe berê li studyoyê amade bin, dikarin zindî jî gotarên xwe yên bangeşeyê di TRTê de pêşkeş bikin.

Herwiha rojên ku Demirtaş ji girtîgeha Edirne biçe Enqereyê û axaftina studyoyê ya hilbijartinê bike jî diyar bûn.

DEMIRTAŞ DU CARAN BEŞDARÎ TRTÊ DIBE

Li gor biryarê, mafê Demirtaş heye du caran gotarên xwe di TRTê de pêşkeş bike. Ji bo ya yekemîn ku 17ê Hezîranê ye, divê roja çarşemê 13ê Hezîranê di navbera saetên 10.00-11.00 de li studyoya TRTê ya Oran a Enqerê amade be.

Ji bo axaftina duyemîn ku 23yê Hezîranê tê weşandin jî divê roja înê 22yê Hezîranê di navbera saetên 14.00-15.00 de li studyoyê be ku dê axaftina wî di wan saetan de bê tomarkirin.

DIVÊ BERÎ 15 DEQEYAN DIVÊ LI STUDYOYÊ BIN

Hat ragihandin ku namzedên serokomariyê li gor daxwazê dikarin zindî yan jî bi tomara studyoyê beşdarî TRTê bibin û dê axaftinên wan bi teknîka deng û dîmenê were pêkanîn.

Namzedên ku bixwazin axaftina xwe ya propagandaya hilbijartinê bi zindî di TRTê de bikin, pêwîst e beriya weşanê herî kêm 15 deqeyan serî li endamê YSKê yê li TRTê bidin. Yên ku di dema diyarkirî de li studyoyê ne amade bin, dê mafê wan ê axaftinê betal bibe.

Bi heman mijarî:

Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn
PDK û YNKê betalkirina dengdana taybet a hilbijartinê red kirin
Demirtaş ji wênesaza piçûk a ku wêneyê wî çêkiriye re spas kir
Demên axaftinên bangeşeyê ya namzedên serokomariyê diyar bûn
Pûtîn: Projeyên li Kurdistana Iraqê ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin
Etîketan:
HDP, Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de