01:17 18 Hezîran 2018
TV / Televizyon / Kumanda

Demên axaftinên bangeşeyê ya namzedên serokomariyê diyar bûn

© Sputnik / Anar Mustafayev
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 10

Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) bi pişkê roj û demên axaftinên bangeşeyê ya namzedên serokomariyê ya li ser kanala fermî ya dewletê TRTê diyar kir.

YSKê bi pişkê roj û demên axaftinên propogandayê ya namzedên serokomaran li ser kanala fermî ya dewwletê TRTê diyar kir. Li gorî wê yekê namzedên serokomariyê di navbera 17ê Hezîranê roja yekşemê û 23yê Hezîranê roja şemiyê her yek jê dê 10 xulekan biaxivin.

Li gorî diyarkirina YSKê ya bi pişkavêtinê 7ê Hezîranê bi rêzê dê namzedên serokomariyê Dogu Perinçek, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş, Temel Karamollaoglu û Meral Akşner; 23ê Hezîranê jî bi vê rêzê dê li TRTê Karamollaoglu, Akşener, Erdogan, Perinçek û Demirtaş axaftinekê bikin.

DEMIRTAŞ DÊ LI TRTÊ BIAXIVE

Hat diyarkirin namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Demirtaş dê li TRTê biaxive. Namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince jî ber ku ji bo axaftina li TRTê serî li TRTê nedayê tev li pişkê nehatiye kirin.

‘DI WEŞANÊN BANGEŞEYÊ DE JI BILÎ DÎMENÊN AXAFTVANAN Û ALA TIRKIYÊ DÊ TIŞTEKÎ DIN NEYÊ XUYAKIRIN'

Di weşanên bangeşeyê de ji bilî dîmenên axaftvan û ala tirkî dê tiştekî din neyê xuyakirin. Axaftinên bangeşeyê dê li ser ekrana TRTê û Radyo 1ê ya îstasyonên Antalya, Amed, Erzirom, Trabzon û Çukurovayê bi hemdemî were weşandin

DEMIRTAŞ DÊ 17 Û 23yê HEZÎRANÊ DERKEVE SER EKRANÊN TRTê

Roj û demên axaftinên namzedên serokomariyê yê 17ê Hezîrane roja Yekşemê bi rêzê wiha ne:

  • Dogu Perinçek — Demjimêr: 20.31-20.41
  • Recep Tayyip Erdogan — Demjimêr: 20.42-20.52
  • Selahattin Demirtaş — Demjimêr: 20.53-21.03
  • Temel Karamollaoglu — Demjimêr: 21.04-21.14
  • Meral Akşener — Demjimêr: 21.15-21.25

Roj û demên axaftinên namzedên serokomariyê yê 23ê Hezîrane roja Şemiyê bi rêzê wiha ne:

  • Temel Karamollaoglu — Demjimêr: 17.06-17.16
  • Meral Akşener — Demjimêr: 17.17-17.27
  • Recep Tayyip Erdogan — Demjimêr: 17.28-17.38
  • Dogu Perinçek — Demjimêr: 17.39-17.49
  • Selahattin Demirtaş — Demjimêr: 17.50-18.00
Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
Di TRTê de Erdogan 105 deqîqe, Demirtaş 3 saniye cih girt
Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
TRTê ji bo bangeşeya hilbijartinê hîç cih neda HDPê
Bilgen: Dema Demirtaş bibe namzet, gelo wê TRT biçe Edîrneyê yan dê wî bînine TRTê?
Sabahat Akkiraz: TRTê bernameya min qedexe kir
Etîketan:
Weşana Prpopgandayê, Hilbijartin, TRT, YSK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de