01:24 18 Hezîran 2018
Pergala Parastina Hewayî S-400

‘Tirkiye daxweza Amerîka ya betalkirina peymana S-400 bi Rûsyayê re red kir'

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî ragihandina rojnama Hurriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike û zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk Enqere daxweziya Waşhingtonê ya betalkirina peymana pergala parastina hewayî S-400î ku ji Rûsyayê bikire red kiriye.

Hate diyarkirin ku di çend mehên dawî de pirsa S-400î pir caran di encama gotûbêjên Tirkiye û Amerîkayê de hatiye nîqaşkirin û ya herî dawî di hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û hemkarê wî yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Waşhingtonê ya roja 4 Hezîranê pêk hatibû, hatiye nîqalkirin. Amerîka ji ber sê sedeman li hember kirîna komplêksên S-400î derdikevin: ya yekemîn ev dijî pilanên Amerîkayê ya îzolasiyon û ragirtina Rûsyayê ye. Qanûna ku ji alî Kongreya Amerîkayê ve di meha Hezîranê sala 2017an de hatibû pejirandin, li dijî welat û şîrketên ku peymanên ji bo kirîna çekên Rûsya îmzedikin ambargo sepandiye. Ya dûyemîn, metirsî heye ku bicîhkirina S-400î li Tirkiyeyê ji bo balafirên NATO yê xeteriyan bînin bi taybetî ji bo balafirên şer ên nifşa 5mîn F-35an. Ya sêyemîn Amerîka sîstema xwe ya parastinê Patriot ji bo hevkarên xwe hinarde dike, xwedî berjewendiyên bazirganî ne. Daxweza sereke a Amerîkayê li hember Tirkiyeyê li ser bingeha ku ev dikare anbargoyan dijî Enqereyê proveke bike, betalkirina kirîna S-400î ya Rûsyayê ye.

Rayedarên Tirkiyeyê bi awayekî tund vê bangê red kirin û destnîşankirin ku ev sîstemana wê bêne kirîn û bicîhkirin ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê bi wan heye. Tirkiye helwesta xwe derbarê kirîna S-400î de wisa şîrovekir ku, ji ber gefa êrîşa mûşekan ya ji aliyê Îranê ya îhtîmala xirabuna têkiliyan ji ber rewşa Sûriyeyê sîstêma parastinê S-400ê tê kirîn. Tevî wê hate diyarkirin ku ambargoyên li dijî Tirkiyeyê bê bersiv namînin. Nûnerên Amerîkayê israr dikirin ku Tirkiye eger wan çekan ji Rûsyayê bikire jî gerek sîstema S-400 bikarneyne, lê ev li gor gotinên çavkaniyê `ne bû hêviyek rastegîn`. Tirkiye daxwaza Amerîkayê red kir û ji hêla xwe ji Amerîkayê re pêşniyara pêkanîna xebateke hevpar ji bo lêkolînkirina encamên potensiyal yên bicîhkirina wan sîsteman û rakirina endîşedariyên Amerîkayê di warê ewlekariya balafirên NATOyê kiribû. Di encama gotubêjên bi karbestên fermî yên Amerîkayê, Tirkiye bi awayekî zelal li ser hestên xwe li hember ewlekariya balafirên hevalbendên xwe yên NATOyê di bikaranîna çekên nû yên kû li cem welatên ne endamên NATO yê têne kirin ragihand. Tê diyarkirin kû serokê Amerîkayê Donald Trump hewil dabû hemkarê xwe yê tirk Recep Tayîp Erdogan îqna bike k Amerîka amadeye ji Tirkiyeyê re sîstema xwe ya dijî moşekan Patriot hinarde bike. Tirkiye ji alî xwe ragihand kû dikare pirsa kirîna sîstema dijî moşekan bi şertekê ve venêre, heger rêveberiya Amerîkayê bikaribin erêkirina kongreyê dabîn bikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê sewkiyatên pêşîn ên S-400î dibe di sala 2019a de destpê bikin
‘Li cihanê reqîbê sîstema S-400î tuneye'
NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e
‘Pentagon ji bo ku Tirkiye S-400î nestîne çekên rûsî biçûk dixe'
Tirkiye derbarê S-400î de daxuyanî da: Êdî ew kar xilas bû
Etîketan:
standin, pergal, Rojnameya Hurriyet
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de