06:57 22 Hezîran 2018
YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê

Dijberiya Sûriyeyê, ENKS, PYD hilbijartina Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

© Foto : Malpera Fermî ya YSKê
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 0 0

Rojnamevanê kurd Sîrwan Qiço derbarê bandora hilbijartina 24ê Hezîranê ya li Tirkiyeyê pêk tê li ser komên dijberiya Sûriyeyê de nivîsî û got, "li gel aboriyê, pirsa beşdarbûna leşkerî ya berdewam di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, pirseke sereke ya hilbijartinên Tirkiyeyê yên serokkomariyê û parlamenteriyê ye."

Mesûd Barzanî
© REUTERS / Azad Lashkari
Qiço bi bîr anî ku Tirkiye niha gelek herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê ku Efrîn di nav wan de ye, kontrol dike û wiha dewam kir: Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên din di AKPya desthilatdar de gef xwarine ku berê xwe bidin bajarê Minbicê ku kurdên sûrî wê kontrol dikin û piştî wê jî biçin herêmên din ên bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku kurd wan herêmên wek Rojava bi nav dikin."

"EM HÊVÎ DIKIN HÊZÊN DEMOKRAT ENCAMÊN BAŞ BI DEST BIXIN"

Hevserokê PYD Şahoz Hesenî gotiye, "Tirkiye roleke gelekî xerab li Sûriyeyê dilîze. Em hêvî dikin ku hêzên demokrat li Tirkiyeyê encamên baş di van hilbijartinan de bi dest bixin da ku roleke wan a çalak hebe ku Tirkiye destê xwe ji ser Sûriyeyê rake û dest ji neyariya Rojava û tecrubeya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê berde."

"EM BAWER NAKIN, DIJBERIYA TIRKIYEYÊ BI SER KEVE"

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
© Sputnik / Hikmet Durgun
Lê belê serokên din ên dijberiya Sûriyeyê gumanan ji wê yekê dikin ku dijberiya Tirkiyeyê bi ser keve û dibêjin ku reqîbên Erdoganî ne xwediyên wê şiyan û tecrubeyê ne ku siyaseta Sûriyeyê bi rê ve bibin.

Damezirînerê Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) Riyad Esed ku komeke çekdar e û Tirkiye piştgiriya wê dike, got, "partiyên dijberiyê(yên Tirkiyeyê) nekarî namzeteke xwedî-şiyan nîşan bide ku li himberî serokkomarê niha bisekine."

DIJBERIYA SÛRIYEYÊ ÇAWA LI HILBIJARTINÊN TIRKIYEYÊ DINERE?

Esedî gotiye, "em wek dijberiya sûrî wiha hîs dikin ku dijberiya tirkî nikare keştiya Tirkiyeyê biajo ku welat rastî gelek zehmetiyên aborî û yên siyaseta derve tê."

Rojnamevanê kurd soza serok û namzeta IYI Partî ya neteweperest a tirkî gotibû ku heta dawiya sala bê, dê penaberên sûrî vegerîne welatê wan.

Lê fermandarê ASAyê Esed dibêje ku çi hewleke vegerandina penaberên sûrî, divê bi hevahengiyeke navdewletî be û got," ev pirseke navdewletî ye û nabe ti partî û kes bi awayekî yekalî tê de tevbigere."

ENKSÊ ÇAWA LI HILBIJARTINA TIRKIYEYÊ DINERE?

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Derveyî ya ENKSê Îbrahîm Biro dibêje ku "helbet, serkeftina di hilbijartinên hundirîn de dê hikûmeta AKPê teşwîq bike ku nifûza xwe ya li Sûriyeyê qayim bike û dê bixwaze ku Rûsya û Îran alîkariya wê bikin ku PKKê ji Sûriyeyê derxînin."

"KÎ LI TIRKIYEYÊ BIBE HIKÛMET, DÊ SIYASETA SÛRIYEYÊ BI HEMAN AWAYÎ DEWAM BIKE"

Li gorî nûçeya Qiçoyî, çavdêr wiha difikirin ku di nav vê beşdarbûna tevlihev a Tirkiyeyê di pirsa Sûriyeyê de, mihtemelen hikûmeta bê li Enqereyê dê siyaseta niha ya Sûriyeyê dewam bike.

Pisporê Pirsa Kurdî di rojnameya Heyatê ya erebî de, Hoşeng Osê dibêje: "Dê ti guhertineke bingehîn di siyaseta Tirkiyeyê ya têklîdarî Sûriyeyê de çênebe. Eger AKP bi ser keve, Erdogan dê li ser siyaseta xwe berdewam be ku dê li gel Rûsya û Îranê be. Lê eger dijberî bi ser keve. Ihtimaleke mezin, heman siyaset dê dewam bike, ji ber dijberî bû ya ku ji Erdoganî dixwest ku pêşî xwe ji Sûriyeyê dûr bixe."

"DEMIRTAŞ NE TÊ DE, KÎ BI SER KEVE, REWŞ WEK XWE DIMÎNE"

Pispora Pirsa Kurdî li Washingtonê Aliza Marcusê jî heman tişt gotin: "Ji bilî ku Demirtaş(Hevserokê berê yê HDP) bibe serok ku ew jî pêk nayê, kî bibe serok dê rewşa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tiştekî giring be."

"INCE NE SEROKÊ PARTIYÊ YE Û KILIŞDAROGLU TIRSONEK E"

Marcusê di berdewamiya axiftina xwe de got, "Wek mînak, gelekî dûr e ku fikirên kesayetek wek Meral Akşenerê yên têkilîdarî Minbicê ji yên Erdoganî dûr bin" û li ser namzetê CHPê Muharrem Inceyî jî wiha got, "helbet wî di helmeta xwe ya hilbijartinên de gelek tiştên baş sebaret demokrasî û çareserkirina pirsa kurdî de gotin lê ew ne serokê partiyê bû yê ev tişt gotin, Serok Kemal Kiliçdaroglu ye ku gava helwestên siyasî yên wêrek tên xwestin, gelekî bi tirsonekî tevdigere."

"KÎ LI TIRKIYEYÊ BIBE HIKÛMET, PIRSA KURDAN LI TIRKIYEYÊ ÇARESER NEKE, TÊKILIYÊN BI YPGÊ RE JÎ DÊ WEK XWE BIMÎNIN"

Pisporê di dawiyê de got, heger hikûmeta nû li Tirkiyeyê nexwaze pirsa kurdan li Tirkiyeyê çareser bike, ew ê têkiliyên Tirkiye û PYD û YPGê neyên guhertin û wiha dewam kir: Bi ihtimaleke mezin, dê ti guhertin çênebe.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

Rayedarekî PYD: HSD heye beşdarî artêşa Sûriyê bibe
Tirkiye: Dê PYD beşdarî civîna Kongeraya Diyalogên Sûriyeyê nebe
'Amerîkî û Ewropa fişarê dikin ku PYD tev li Cenevê bibe'
PYD: Hevalbendiya bi Rûsyayê re dê Efrînê jî biparêze
Kemal Ozturk: Heye PYD di rojên pêş de, di navbera Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê de asê biminê'
Biro: PYD dikare digel ENKSê beşdarî civînên Cenevê bibe
Etîketan:
Sûriye, PYD, ENKS, Sîrwan Qiço, Şahoz Hesen, Îbrahim Biro, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de