03:28 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş ji medya fransî re axivî: Ewropa ne semîmî ye

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 10

Namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji medya fransî re axivî û diyar kir ku di mijara mafê mirovan de Ewropa ne semîmî ye. Demirtaş got "Ev salek û nîvê ku DMME dosyeya me ne xistiye rojeva xwe."

Parlementerê Stenbolê û namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê yê girtî Selahattin Demirtaş ji L'Humanité Dimanche'a a fransî re axivî. Demirtaş da zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi hemû derfetên dewletê, burokrasiyê û sermayedaran kampanyaya xwe bi rê ve dibe.

‘BI TENÊ EZ BI PEYAM Û NAMEYÊN XWE KAMPANYAYA DERVE MOTÎVE DIKIM'

Demirtaş anî zimên ku derfeta wî ya kampanyayê tine ye û bi tenê bi rêya parêzerên xwe peyam û nameyan dişîne, "ê min, ne ku ez kampanyayekê bi rê ve dibim, bi tenê ez bi peyam û nameyên xwe kampanyaya derve motîve dikim."

‘EV SALEK Û NÎVÊ KU DMMEyê DOSYEYA ME NE XISTIYE ROJEVA XWE'

Demirtaş destnîşan kir ku di warê mafê mirovan de Ewropa polîtîkayên semîmî nameşîne û wiha axivî: "Ewropa di mijara koçber û penaberan de bi tenê weke drameke ku li welatên xwe tê jiyan û mijareke aborî nêzî wê dibin. Heman ne semîmîyetê di mijara Tirkiyê de jî nîşan didin. Axlebê caran li hember binpêkirinê li vî welatî bê deng dimînin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî dosyeya me ya ku bi awayekî neheq em hatin girtîn jî ev salek û nîvê ne xistiye rojeva xwe. Lê ez hêvîdar im ku dê xelk û opozîsyona Ewropayê di van mijaran de hesastir tev biger û li dijî hikûmetên xwe dengê xwe bilin bikin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

Demirtaş derbarê Erdogan de doz vekir
Demirtaş li ser mîtinga xwe daxuyanî da: Ji Edirneyê heta Amedê...
Demirtaş: Temamê welat bûye mexdûrê bêedaletiyê
Demirtaş, bi rêya medyaya civakî dê mitîngê li dar bixe
Demirtaş ji bo Erdogan: Gaziyê prompterê
Şanda AGIT-PAyê li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk anî
Etîketan:
Peyam, Kampanya, Hilbijartin, HDP, DMME, Selahttin Demirtaş, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de